08:44 25 Mijdar 2017
Zindî
    Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin- Valday Tartışma Kulübü

    Pûtîn: Kesên radîkal û tûndrew azadî bi dest xistine

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 286 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku ewlehiya Cîhanê her diçe kêm dibe, kesên radîkal û tûndrev azadiyê bi dest xistine.

    Pûtîn di civîna 14. a Klûba Nîqaşan a Valdayê de diaxive û eşkere kir ku hin welat li dijî têkoşîna terorîzmê derdikevin û dixwazin kaos derbikeve.

    Pûtîn destnîşan kir ku tevgerên bi pîvan û baldarî ya li Sûriyeyê yên Rûsyayê di qada navneteweyî de dibe mînak û got: "Tecrubeya li Sûriyeyê bûye alternatîfa polîtîkayên wêranker ku kesên li Rojhilata Navîn dimeşînin. Hikûmeta Meşrû ya Sûriyeyê û Rûsya ku têkoşîna li dijî terorîzmê bi welatên din re dike, li ser bingeha navneteweyî tevdigerin.

    Gotinên Pûtîn ên li Vladayê derketin pêş wiha ne:

    • Rûsya ceribandinên moşekên balîstîk a nukleerî yên Koreya Bakur şermezar dike û hemû biryarên Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî bicih tîne.

    • Di derbarê rewşa Katalonyayê de: Divê Ewropa vê yeke berî bifikiriye.

    • Ewropa piştgirî da parçekirina hin welatan û piştgirî da cihêbûna Kosovayê, agirê cûdabûnê geş kirin û ev yek bandorê li rewşa Katalonyayê kir.

    • Sepandinên dualî yên di warê jeopolîtîkayê de, ji bo pêşveçûna biîstîqrar a Ewropayê dibe xetere.

    ‘ŞOPÊN STANDAR ÊN DUALÎ YÊN WELATÊN ROJAVA LI KURDISTANÊ Û KATALONYAYÊ TÊN DÎTIN'

    • Şopên standart ên dualî yên welatên Rojava di krîza li Herêma Kurdistanê û Katalonyayêtên dîtin.

    ‘DIVÊ REFORM LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ PÊK WERIN'

    • Divê reform li Neteweyên Yekbûyî pêk werin, lê reformên ku bên kirin divê mayînde be û bi piraniya dengan bê qebûlkirin.

    ‘ROJAVA JI ŞOREŞA RÛSÎ DERS GIRTIN'

    • Rojava, ji Şoreşa Rûsî ya 1917an der girtin. Ev ne tenê serkeftina jeopolîtîk a ji Şerê Sar e. Wezaltên Rojava, bi bersivdayîna li dijî Yekîtiya Sovyetan gelek destkeftî bidestxistin. Teqeziya mafên mirovan, reformên di warê civakî û xweşhaliya di jiyanê de, çend xal in.

    ‘AMERÎKA DI PEYMANA PLUTONYÛMÊ DE BÊEDEP TEVDIGERE'

    • Amerîka di berpirsyariya xwe yê peymana îmhakirina plutomyêyên zêde k udi çêkirina çekên kimyewî de tê bikaranîn ya sala 2000an de bêedep tevdigere. Rûsya hemû berpirsyariyên xwe bicih anî û di 27ê Îlona 2017an de bidawî kir. Bivê yekê Rûsya bi awayeke cidî bandorê li ewlehiya navneteweyî kir.

    • Rûsya di mijara çekên nukleerî de bi zelalî tevgeriya. Lê Rûsya bû şahidên bûyerên trajik ya li Yûgoslavyaya berê û terorîzma li Kafkasyayê.

    ‘AMERÎKA WELATÊ HERÎ ZEXM KU XWEDÎ ÇEKÊN ÎMHAKIRINA GIRSEYÎ YE'

    • Wekê kut ê zanîn Amerîka di sala 2002an de ji peymana Îmhakirina Moşekên Balîstîk vekişiya. Wek avakarê Peymana Qedexeya Çekên Kimyewî peymanê da destpêkirin, lê berpirsyariya xwe bicih nayne. Amerîka welatê herî zexm ku xwedî çekên îmhakirina kirseyî ye. Herwiha Amerîka îmhakirina çekên xwe ji sala 2007an heta 2013an paşxist."

    ‘DÊ BISERNEKEVIN RÛSYA VEGERÎNIN SALÊN 1950AN'

    • Dixebitin ku Rûsyayê vegerînin salên 1950an, lê Rûsya dê venegere salên 1950an.

    ‘EGER AMERÎKA JI PEYMANA MOŞEKÊN MENZÎL KURT Û ORTE VEKIŞE…'

    • Eger Amerîka ji peymana Îmhakirina moşekên menzîl kurt û ortê vekişe, dê Rûsya bi lezgîn bersiva simetrik bide.

    ‘BIBE EM BIRYARA PÊŞXISTINA PERGALA ÇEKÊN NÛ BIDIN'

    • Rûsya, çalakiyên pêşxistina çekên nû yên welatên nukleerî dişopîne. Ev welat çekên nezî çekên nukleerî û hesas pêş dixin. Hewce be, em ê biryara pêşxistina pergelên çekên nû ku nukleerî nebin bidin.

    ‘EM Ê DI DEMEKE KIN DE TERORÎSTÊN LI SÛRIYEYÊ TUNE BIKIN'

    • Hevdîtinên Sûriyeyê li Astanayê bi erenî dewam dike. Avakirina herêmên kêmkirina rageşiyan, encamên hevdîtinên Astanayê ne. Di desten me de dane hene ku em ê terorîstên li Sûriyeyê di demeke kin de tune bikin. Tunekirina terorîstan li Sûriyeyê tê wateya tunekirina terorîzmê ya li cîhanê.

    ‘FIKRA ME YÊ CIVÎNA KONGREYA GEL A SÛRIYEYÊ HEYE'

    Fikra me yê civandina Kongreya Gel a Sûriyeyê bo li hev anîna muxalefetê û hikûmetê heye. Di kongreye de dê hemû ol, komên etnîkî, hikûmet û muxalîf cih bigirin.

    © Sputnik.
    Civîna Forûma Valdayê ku Vladimîr Pûtîn beşdar bû, birêve diçe
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de