21:04 23 Hezîran 2018
Mihail Bogdanov

Rûsya: Em di piştgiriya yekîtiya xaka Iraqê de berdewam in

© AFP 2018 / YASSER AL-ZAYYAT
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê da xuyakirin, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov bi şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî Falih Feyyad re hevdîtinek pêk anîye.

Wezaretê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, di hevdîtinê de Bogdanov û Feyyad li ser rewşa Herêma Kurdistanê rawestîyane û hat gotin, "Rûsya di piştgirîya yekbûna xaka Iraqê de berdewam e û helwesta xwe ya bo çareseriya siyasîya bi dîyalogê ya li ser parastina komên etnîkî diparêze."

Herwiha hat eşkerekirin ku ji xeynî geşedanên li Herêma Kurdistanê li ser têkoşîna dijî DAIŞê jî hatiye rawestîn.

Şêwirmendê Ebadî ji aliyê xwe ve pîrozî li siyaseta hevsengî ya Rûsyayê kir û da zanîn ku ew dixwazin li dijî terorê hevkariyê ligel Rûsyayê bikin.

Bi heman mijarî:

Ebadî fermana vekişînê ji bo çekdarên derveyî hêzên ewlekarîyê da
Li Silêmaniyê hemû cure çalakî hatin qedexekirin
Konseya Ewlekariyê li ser Kerkûkê daxuyanî da: Em xemgîn in
Cebar Yawer: Pêdivî bi mudaxeleya navnetewî heye
Koçberên Kerkûkê ji Spûtnîkê re axivîn: Em tên derkirin û wêrankirin!
Rosneftê girêbest bi Herêma Kurdistanê re îmze kir
Proseya hilbijartinên Herêma Kurdistanê hat rawestandin
Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa Kerkûkê gotûbêjê dike
Etîketan:
Kurdistan, iraq, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de