16:34 22 Gulan 2018
    Ruble

    Rûsya êdî wê xwediyê pereyên krîpto be

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Ragihandinê yê Rûsyayê Nikolay Nikiforov got, Serokê Dewleta Rûsyyaê Vladîmîr Pûtîn di civîneke girtî de ji bo çêkirina pereye kripto, bi gotineke din Rubleyê kripto ferman dayeç Bi vî awayî Rûday wê bibe welatê yekem ê pereye kripto çêdike.

    Wezîrê Ragihandinê yê Rûsyayê Nikolay Nikiforov daxuyand ku li Moskowê di civînekê de ji bo wan fermana çêkirina pereyên kripto hatiye dayîn. Ev biryar piştî ferman Pûtîn ya hefteya borî hat.

    Nikiforov got, "Ez diyar dikim ku em dê tene ji ber sedemeke hêsan Rûbleya kripto çêbikin. Ji ber ku ger em çênekin, piştî 2 mehan cîranên me yên di Cıvata Aborî ya Avrasyayê de wê çêbikin."

    Nikiforov diyar kir ku çêkirina Rubleyê kripto wê demeke zede negire.

    Bi vî awayî Rûsya wê bibe dewleta yekem a ku pereye kripto çêdike. Ev pereya ji bo astengkirina alandinê wê di bin kontrola dewletê de li ser înternetê were bi kar anîn.

    ‘WÊ DI BAZARA NAVDEWLETÎ DE JÎ WERIN BIKARANÎN'

    Ji aliyê din ve Cîgirê Geşedana Aborî yê Rûsyayê Oleg Fomiçev diyar kir ku ev Rûbleya tenê dê di bazarên nava welêt de neye bikaranîn û got, dê di bazarên navdewletî de jî werin bikaranîn.

    Bi heman mijarî:

    ‘Kurdistan navbeynkariya Rûsyayê girîng dibîne'
    Lavrov: Bi gurkirina dijberiya Rûsyayê mebest têkbirina rêveberiya Trump e
    Abe: Îmzekirina peymana aştiyê bi Rûsyayê re di berjewendiya herdu welatan de ye
    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê çû Îsraîlê
    Li gor CNNê, di mudaxaleya hilbijartinên DYAyê de Pokemonan alîkarîya Rûsyayê kirîye
    Leşkerên Amerîkî di şerê muhtemel ên bi Rûsyayê re mezintirîn astengiya eşkere kir
    Encamên operasyona Sûriyeyê yên ku Hêzên Hewayî-Fezayî yên Rûsyayê ji 13ê Cotmeha 2017
    Etîketan:
    pereyê krîpto, Wezîrê Ragihandinê yê Rûsyayê, Nikolay Nikiforov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de