02:14 21 Hezîran 2018
hêzen Iraqî li Kerkukê

Pisporê Rûsî: Amerîka li Sûriyê bi ser neket, li Kerkûkê alozî derxist

© REUTERS /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Pisporê Rûsî Dmitriy Yegorçenkov, operasyona hêzên Iraqî ya bi ser Kerkûkê de nirxand û got, “Ger Amerîkayê bixwesta, dikaribû hevpeymanên xwe yên Bexda û Hewlêrê ji şerê rasterast dûr bixe.”

Dîrektorê Zanîngeha Dostaniya Gelên Rûsyayê yê Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk û Texmînan Dmitriy Yegorçengov ji radyoya Spûtnîkê re da xuyakirin, "Dibêjim qey, bandora şêwirmendên Amerîkayê dikaribû, hevpeymanên Bexda û Hewlêrê dûrî şerê germ bixe."

Pisporê Rûsî diyar kir, "Helbet ger ev ne hilbijartina wan bi xwe be' û got, "Diyar e rewşa li Sûriyê roj bi roj baş dibe, lê pêdiviya Amerîkayê jî bi kontrola ‘janbar' a ser herêmê heye."

Yegorçenkov destnîşan kir ku dibe ev kontrol li dorûbera pirsa Kurd were pêkanîn û got, "Li Sûriyê bi ser neketin, niha hewil didin li Iraqê kaosê rû bidin."

Bi heman mijarî:

Serokê Demokratên Amerîkayê: Divê mafên siruştî yên Kurdan bên parastin
DAIŞê êrîşî 2 gundên Kerkûkê kir
Parlamentarê Goranê xalên rêkeftina YNKê eşkere kir: Herêm û hikûmeteke nû tê avakirin
NYyê ji bo Kerkûkê bangewazî li Iraq û Kurdistanê kir
Gelo dê Amerîka alîkariyên Pêşmerge qut bike?
Qeymeqamê Tuzxurmatu hat guhertin û kesekî ereb hat tayînkirin
Etîketan:
KUrdistan, IRAQ
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de