16:46 22 Gulan 2018
    Leşkerê amerîk

    Leşkerên Amerîkî di şerê muhtemel ên bi Rûsyayê re mezintirîn astengiya eşkere kir

    © AFP 2018 / MUNIR UZ ZAMAN
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermanderên Amerîkî ji kovara Defense Oneê re ragihand ku di şerekî muhtemel li gel Rûsyayê û Ewropayê de mezintirîn astengî dê burokrasiya li ser sînoran be.

    Serheng Artêşa DYAyê Patrick Ellisê ku havîna borî tetbîqata veguhestina wesayitên zirxî yên li Almanyayê di ser Macaristan, Romanya û Behra Reş bo Gurcistanê bi  rê ve biribû, bal kişand ser burokrasiyê û got ku dagirtina ewraqan zêde demê dixwe.

    ‘ŞER DERKEVE JÎ BUROKRASÎ JI HOLÊ RANABE'

    EllisÎ balê dikşîne ser prosedûrên burokrasiyê û dibêje, têketina Romanyayê hêsan bû lê balkêş e, derektin zehmet bû. Pirsgirêk ne ku ew karmendên li ser sînorî ne ehlê vî îşî ne, protokol û prosedûr gelek in. Di binê Germa rojê de, em di hundirê Stykrên xwe de li bendê man ku ewraqên me bêne dagirtin. 

    Herwiha serhengê amerîkî dibêje ku sedema vê yekê ew e ku ji neqilkirina leşkerên Wezaretên Berevaniyê û sînor jî Wezareta Karên Dervê berpirsyar in. Leşkerên amerîkî dibêjin ku di şerê muhtemel de ev rasteqîniya Ewropayê dê ji holê ranebe.

    Ji aliyê din ve, berpirsiyarê lojîstîkê li Ewropa General Steven Shapiro eşkere dike ku, "Eger şer jî derê, ev rêbaz û qaîde dê ranebin."

    ‘HEWCEDARÎ BI SCHENGENA LEŞKERÎ HEYE'

    General Saphiro radigihîne ku bo amadekariyê jî gelek dem divê. Wekî din bo nimûne dema ku 100 wesayît sînor derbas dikin hejmara karmendan kêm e, tevî vê yekê her wesayît yeko yeko têne qeydkirin.

    Hêjayî gotinê ye ku Fermandara Hêzên Bejayî yên DYAyê Ben Hodgesî bo ku sewqiyat zûtir bên kirin ji welatê Ewropyê, bo ku Rûsya ji vê yekê paşve bikişe, daxwaziya avakirina ‘Schengen a Leşkerî' kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Parêzgarê Kerkûkê: Em bi hatina hêzên iraqî şaş man
    Li navçeya Stenbolê Pendîkê êrîşa çekdarî, xwendekarek mir
    Li Reqayê bi sedan sivîl di encama bombebaranên xelet yên koalîsyonê de mirin
    Encamên operasyona Sûriyeyê yên ku Hêzên Hewayî-Fezayî yên Rûsyayê ji 13ê Cotmeha 2017
    Fermandarê Pêşmerge Yawer derbarê mohleta 48 saetan de daxuyaniyek da
    HDPê ji parlamentoyê pirsa rastnivîsandina peyva ‘Kurdistanê’ kir
    Serokomarê Iraqê 6 daxwazên Ebadî û Heşdî Şebî digihîne YNKê
    Etîketan:
    Steven Shapiro, Patrick Ellis, Amerîka, Macaristan, Romanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de