05:42 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergei Ryabkov

    Rûsya ji helwesta Trump a li ser peymana Îranê xemgîn e

    © AFP 2017/ LOUAI BESHARA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê îhtimala betalkirina peymana nukleerî ya Îranê de, ji Rûsyayê jî daxuyanîyek hat dayîn.

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov, li ber biryara Trump a ji nû ve nirxandina bernameya nukleerî ya Îranê diyar kir, "Em ji ber biryara nerêkirina bernameya Nukleerî ya Îranê li Kongreya Amerîkî xemgîn in."

    Ryabkov da xuyakirin, Rûsya pabendbûna xwe ya bi peymana nukleerî re berdewam dike û dê berpirsiyarîyên xwe yên di çarçoveya peymanê de bicih bîne.

    Ryabkov hemû alî vexwendin ku xwedî yekhelwestê bin û got, "Em dihizirin ku ev peyman xwedî potansîyeleke zêde ye û divê hemû pêdiviyên wê werin bicinanîn."

    Bi heman mijarî:

    Bextiyar: Ji bo Kerkûkê civîneke berfireh tê lidarxistin
    YEyê li ser hilweşandina peymana nukleerî bersiva Trump da
    Serokomarê Iraqê 6 daxwazên Ebadî û Heşdî Şebî digihîne YNKê
    HDPê ji parlamentoyê pirsa rastnivîsandina peyva ‘Kurdistanê’ kir
    Fermandarê Pêşmerge Yawer derbarê mohleta 48 saetan de daxuyaniyek da
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de