19:52 13 Kanûn 2017
Zindî
    S-400

    Rûsya: Em ê di nêzîk de bi Erebîstana Siûdî re peymana S-400î îmze bikin

    © Sputnik/ Grigoriy Sisoev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ê berpirsyarê karên teknîk û leşkerî Vladimîr Kojîn ragihand ku Moskow û Riyad di demeke nêzîk de wê peymana moşekên S-400î îmze bikin.

    Vladimîr Kojîn di axaftina xwe ya çapemeniya rûsî de li hemberî pirsa ‘Rûsya kengî peymana S-400î bi Siûdî re îmze dike' got: "Di demeke nêzîk de. Niha hevdîtin têne kirin û em nêzîkî lihevkirinê ne."

    Rojnameya Kommersanta rûsî çend roj berê di nûçeyeke xwe de gotibû ‘Qralê Erebîstana Siûdî Selman Bin Ebduezîz ji bo standina moşekên S-400î bi Rûsyayê re li ser prensîbê li hev kir.'

    Li gorî Kommersantê, Erebîstana Siûdî wê 4 bataryayên S-400î ji Rûsyayê bikere. Lê ev agahî hê ji aliyê Moskowayê ve nehatiye serastkirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya qod ên S-400î nade Tirkiyeyê
    Kremlînê di derbarê hilberîna S-400î ya ligel Tirkiyeyê de daxuyanî da
    Rûsya û Erebîstana Siûdî ji bo S-400î li hev kirin
    Rûsya: Tirkiyeyê beha pergala S-400î da
    Ji NATOyê daxuyaniya S-400î
    Etîketan:
    Pergala parastina moşekên S-400î, Vladimîr Kojîn, Erebîstana Siûdî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de