18:20 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Rûsya: Vekişîna Amerîkayê ji UNESCOyê em xemgîn kirin

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir ku vekişîna Amerîkayê ji UNESCOyê ew xemgîn kirine û da zanîn, dê ev biryar rewşa rêxistinê nebaş bike.

    Zaxarova di daxuyaniya nivîskî de got, "Biryara rêveberiya Amerîkayê ya di vê derbarê de, cihê xemgînê ye. Welatê ku di damezirandina rêxistina UNESCOyê de cî girtiye, bi vê biryara veqetinê dê rewşa rêxistinê hîn xerabtir bike. Divê bê zanîn ku Amerîkayê ji sala 2011an ve mehaneyên xwe nedane û bi vî awayî jî rêxistine xistiye zehmetiyê û gelek projeyên wê jî hilweşandine. Em pê şaş nebûn ku Amerîkayê beriya hilbijartinên dîrektoriya rêxistinê li Parîsê ev biryar wergirtiye."

    Zaxarova da xuyakirin ku ew jî beşdarî wê nêrîna polîtîzekirina UNESCOyê dibin ku gelek welat heman tiştî dibêjin, lê hêvî dikin ku bi hilbijartina serokê nû re UNESCO bêhtir berê xwe bide karûbarên mirovî û hevkariya di bin berpirsiyarîyên xwe de berdewam bike.

     

    Bi heman mijarî:

    Ji NYyê daxuyaniya 'bikaranîna hêzê' li ser Herêma Kurdistanê
    Kargeha cebilxaneya DAIŞê hat ruxandin
    Helgurd Hîkmet: Ger êrîş bikin, dê bersiva dijwar a Pêşmerge bibînin
    Piştî Amerîkayê Îsraîl jî ji UNESCOyê vedikişe
    Goran û Komel: Em hemû hewlên serkirdayetiya siyasî red dikin
    Koreya Bakur Kirim wek beşek ji Rûsyayê nasî
    Iraqê mercên xwe ji bo diyaloga li gel Kurdistanê eşkere kirin
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de