00:26 25 Gulan 2018
    Îgor Konaşenkov

    Rûsya: Milîtanên DAIŞê li ber çevên leşkerên amerîkî çalakiyan pêk tînin

    © Ruptly . Aleksandr Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku milîtanên DAIŞê yên li Sûriyeyê çalakiyên biserbestî li ber çevên yekîneyên leşkerî yên amerîkî pêk tînin û Washington bi ti awayî mudexale li vê yeke nake."

    Konaşenkov, daxuyanî derbarê geşedanên li derdora baregeha leşkerî Tanfê ya Amerîkayê de da û diyar kir ku, "Çalakiyên biserbestî ya milîtanan li derdora baregeha li Tanfê ya Amerîkayê, êdî ji rêzê ne. Em daxwaz dikin ku Amerîka derbarê vê mijarê de daxuyanî bide."

    ‘DU KOMÊN KU JI 900 KESAN PÊK DIHAT KETIN HERÊMA KÊMKIRINA RAGEŞIYAN A LI BAŞÛR'

    Konaşenkov, destnîşan kir ku komek milîtanan ku ji 300 kesan pêk dihat ji herêma kêmkirina rageşiyan derketin û berbi başûr re çûne, komadin a milîtanan ku ji 600 kesan pêk tê jî ji kampa penaberan a Rûkbanê derketine û nêzî 300 kîlometro berbi xala gumrukê ya Tafasê ve çûne û piştre jî kerin herêma ku tê qalkirin.

    ‘EGER SABOTAJ BIBE BERPIRSYARIYA WÊ AMERÎKAYE'

    Konaşenkov da zanîn ku alîkariya mirovî ku ji amûrên xurek û tibbî pêk dihat, ketiye destê milîtanên ku herêma kêmkirina rageşiayn derbaskirin û got: "Piştî bûyerê balkêş, ne hewceye ku mirov pispor be ku hewldanên hilweşandina agirbestê pêk werin. Em herkesi hişyar dikin. Eger pêvajoya aştiyê were sabotekirin, perpirsyariya wê Amerîka ye."

    ‘AMERÎKA PIRSÊ ME YÊN DERBARÊ MILÎTANAN DE BÊ BERSIV HIŞT'

    Herwiha Konaşenkov destnîşan kir ku bersivek ji Washingtonê derbarê ketina koma ku ji 300 kesan pêk te, ketine herêma di bin kontrola Amerîkayê de nestandine.

    Bi heman mijarî:

    Konaşenkov: Pergalên hewayî, baregehên Hmeymim û Tertûsê diparêzin
    Konaşenkov: Hemû pisporên leşkerî dizanin ku operasyona Reqqayê ‘geştekê ne hêsan e'
    Konaşenkov: Kesên xweşbîn jî bawer nakin ku îsal Mûsil ji DAIŞê bê rizgarkirin
    Konaşenkov: Me hêzên xwe yên taybet li Misirê bicih nekir
    Etîketan:
    DAIŞ, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Îgor Konaşenkov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de