03:36 14 Kanûn 2017
Zindî
    Referandûm - Kurdistan- Kurdistanê

    Balyozê Iraqî yê li Rûsyayê: Bexda li dijî Kurdistanê ambargoyê pêk nayine

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Balyozxaneyê Iraqê yê li Rûsyayê Heyder Mensûr Hadî got Bexda li dijî Herêma Kurdistanê ya referandûma serxwebûnê birêve bir, ambargoyê pêk nayine.

    Heyder Mensûr Hadî di civîna çapemeniyê ya li ajansa nûçeyan a Rossiya Segodnyayê hat lidarxistin de axivî û got, "Firînên ji Bexda û Besrayê ji bo Hewlêrê berdewam dikin. Gotinên dibêjin ambor heye, ne rast in. Gelê Kurd perçeyekî gele Iraqê ye. Kurdistan jî perçeyekî welatê me ye."

    Hadî diyar kir ku Bexda dixwaze diyaloga ligel Kurdistanê berdewam bike û ev tişt anîn ziman: "Diyalog tune ye. Em alîgirên diyalogê ne lê gava encamên referandûmê werin qebûlkirin, berdewamkirina diyalogê zehmet e. Divê diyalogeke vekirî hebe, lê divê ev bêyî qebûlkirina encamên referandûmê were pêkanîn, ji berk u referandum deryasayî ye."

    ‘CAFERÎ DÊ LIGEL LAVROV Û ROGOZÎN HEVDÎTINÊ PÊK BÎNE'

    Heyder Mensûr Hadî diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî dê di nava meha cotmehê de serdana Moskowê bike û ligel Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Dmîtriy Rogozîn hevdîtinê pêk bîne.

    Balyozê Iraqî got, "Di demeke nêzîk de Caferî dê serdana Moskowê bike û ligel Lavrov bicive. Di civînê de dê encamên referandûmê jî werin nirxandin."

    Bi heman mijarî:

    Almanyayê pêşniyara navbeynkariyê li Kurdistanê kir
    ‘Bê piştgiriya Rûsyayê serkeftina Kurdistanê ne garantî ye'
    Wezareta Bazirganiyê ya Kurdistanê derbarê rewşa dergehên sînorî de agahî dan
    Îlham Ehmed: Em piştgiriya biryara serxwebûna Kurdistanê dikin
    Wezîrên Goranê vedigerin kare xwe yê nav hikûmeta Kurdistanê
    Etîketan:
    Balyozê Iraqê yê li Rûsyayê, Heyder Mensûr Hadî, Iraq, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de