06:32 13 Kanûn 2017
Zindî
    Fermandarê HSDê

    Fermandarê HSDê Roj Kobanî: Hindik ma Reqqa ji DAIŞê bê paqijkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Roj Kobanî derbarê operasyona Reqqayê de ji Sputnikê re ragihand. Fermandarê HSDê Roj Kobanî got ku DAIŞ bi tenê li çend noqteyên Reqqayê maye, herwiha ji %95ê bajêr ji DAIŞê hatiye paqjikirin.

    Hikmet Durgun

    Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Roj Kobanî, li bajarê Sûriyeyê di çeperên şer de ji Sputnikê re ragihand, "Hebûna DAIŞê ya li Reqqayê hindik ma bi dawî bibe. Halê hazir ji % 95ê Reqqayê hatiye rizgarkirin. Li Reqqayê hejmareke hindik a milîtanên DAIŞê maye. Ew jî diwazin teslim bibin. Piraniya milîtanên mayî biyanî ne.

    Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Roj Kobanî got ku operasyona Reqqayê ber bi dawiyê ve diçe û nêzîk e em bigihine encamê. û got, "Li Reqqayê hindek sivîl hene. Em di meseleya sivîlan de gelek hesas tevdigerin. DAIŞ sivîlan wekî mertalên zindî bikar tîne û herwiha nahêlê kesên sivîl ji bajêr derên. Carinan DAIŞî rîyên xwe jê dikin û tevlî nava sivîlan dibin. Carinan jî xwe di nava sivîlan de diteqînin. Ger em bizanibin ku li Reqqayê sivîl nemane, dê hêzên me opersayonê bikin û di nava çend rojan de Reqqayê bi tevahî rizgar bikin. Hêzên me bêyî ku zirarê bidine gel kiryarên wiha dikûje. Me ta niha bi dehhezaran sivîl xilas kirine. Em sivîlan dibine herêmên ewle." Kobanî, bal kişand ser propagandaya DAIŞê û got, "DAIŞ propagandaya HSDê dike û wan ditirisîne. Ji gel re dibêjin ku hun biçine ba HSDê ew dê we bikujin. Lewra dema ku têne ba me, şaş û mahtel dimînin.

    Fermandarê HSDê Kobanî, taqez dike ku hêza êrişê ya DAIŞê kêm bûye û wiha axaftina xwe domand, "Rêxistina terorî ya DAIŞê derbeyên mezin xwar in. Hêzên me derbeyên giran li DAIŞê dan. DAIŞ a ku dinya pê nikare ji terefê hêzên me YPJ (Yekîneyên Parastina Jinê), YPG (Yekîneyên Parastina Gel), HSD (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) dikin ku DAIŞê ji bajêr paqij bikin. Em ji berxwedana Kobaniyê hatine vir. Hêzên me dikin Reqqaya ku weke paytext tê hesibandin ji destê DAIŞê bistîne. Li dinyayê piştî Mûsilê devera herî xurt a DAIŞê Reqqa bû. Lê weke hun jî dibînin DAIŞ dropêç kiriye û dike li Reqqayê biqede. DAIŞ li Reqqayê bi nîşangiran, bi wesayîtên bombebarkirî û êrîşên xwekûjiyê li ber xwe dide lê hêza wê ya berê nemaye. Em bi DAIŞê re yeko yeko şer dikin. DAIŞ wekî tê zanîn bihêz nîne. DAIŞ piranî şerê psîkoljîk dike."

    Fermandarê HSDê Roj Kobanî dûbare kir, "DAIŞ li Reqqayê dorpêçkirî ye. Ji bo ku çembere bişkîne êrîşan dike. Di şer û pevçûnan de me gelek DAIŞî dîl girtin. Di nava DAIŞiyên ku me dîl girtine de welatiyên Çeçenîstanê, Iraqê, Ewrûpa, Fransa, Trikiye û Tunisê jî hene."

     

    Bi heman mijarî:

    HSD: Em ji PKKê cuda ne
    HSD: Dîroka kontrolkirina Reqayê ragihand
    ‘HSD bi fermî dest bi operasyona Dêrezorê dike’
    HSD: Me sedî 70ê bajêr kontrol kir
    HSD: Amerîka li Rojava baregeheke alternatîfa încîrlîkê ava dike
    HSD: Me sedî 60ê Reqayê ji DAIŞê rizgar kir
    HSD: Me nîvê Reqayê ji DAIŞê paqij kir
    Etîketan:
    Operasyona Reqqayê, êrşîrên li reqqayê, HSD, Çekdarên HSDê, Rojava, Suriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de