07:47 12 Kanûn 2017
Zindî
    Kampa koçber a Rukbanê

    Rûsya: Amerîka koçberan li Sûriyeyê wekî mirtalên zindî bi kar tîne

    © AP Photo/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov di axaftina xwe de ragihand ku Amerîka koçberan li Sûriyeyê wekî mirtalên zindî bi kar tîne.

    Balafira Su-24
    Ministry press service оброны Russian Federation
    Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov di axaftina xwe de got: "Amerîka koçberan kampa Rukbanê yên li Sûriyeyê ji bo baregeha El Tanfê wekî mirtalên zindî bi kar tîne."

    Li gorî daxuyaniya Îgor Konaşenkov, li kampa koçberan a Rukbanê ku nêzî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya El Tanfê ye 60 hezar jin û zarokên ji Dêra Zorê û Reqqayê lê dimînin. Amerîka gihandina alîkariyên însanî ji bo koçberan yên hikûmeta Sûriye, Urdin, Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî asteng dike.

    Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe dibêje: "Koçberên kampa Rukbanê bi awayekî berbiçav hepsî ne û Amerîka wan ji bo baregeha xwe ya leşkerî wekî mirtalên zindî bi kar tîne. Ev şêwe li Sûriyeyê tenê ji aliyê terorîstan ve tê bikaranîn."

    Dîplomatê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Nûnerên Pentagonê dibêjin, pisporên amerîkî, îngîlîz û norweçî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) perwerde dikin. Lê grûbên DAIŞê yên mobîlîze wekî şeytanên ku ji qutiyan derdikevin êrişî xelkê sivîl û hêzên hikûmetê dikin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Konaşenkov: Pergalên hewayî, baregehên Hmeymim û Tertûsê diparêzin
    Konaşenkov: Hemû pisporên leşkerî dizanin ku operasyona Reqqayê ‘geştekê ne hêsan e'
    Konaşenkov: Kesên xweşbîn jî bawer nakin ku îsal Mûsil ji DAIŞê bê rizgarkirin
    Konaşenkov: Me hêzên xwe yên taybet li Misirê bicih nekir
    Konaşenkov: Balafirên rûs li Idlibê nedan
    Etîketan:
    Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê, Îgor Konaşenkov, Sûriye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de