20:12 14 Kanûn 2017
Zindî
    Mûsil - DAIŞ

    ‘DAIŞê 2 hemwelatiyên Rûsî îdam kir’

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokê Komîteya Entegrasyona Avrasya û Niştîmaniyan ê Dumaya Dewletê Vîktor Vodolatskiy ragihand, 2 hemwelatiyên Rûsî Roman Zabolotniy û Grigoriy Tsurkanu li Sûriyê ji aliyê DAIŞê ve hatine îdamkirin.

    Vodolatskiy da xuyakirin, "Piştî beşa vîdyoya li ser medya civakî hatiye belavkirin, hat piştrastkirin ku hemwelatiyên me xwendina bi zorê ya nivîsara terorîstan red kirine. Roman û Grigoriy, fermana terorîstan bicih neanîn. Terorîstan ji wan daxwaza beşdarbûna DAIŞê kiribû."

    Parlamentarê Rûsî diyar kir, Zabolotniy û Tsurkanu ji ber ku guh nedane fermana terorîstan hatine kuştin.

    Endamê encûmena şaredariya Rostov-on-Donê Anatoliy Kotlyarov jî kuştina Roman Zabolotniy li Sûriyê piştrast kir û got, bûyer 3yê Cotmehê rû daye.

    Medya welatên rojava ragihandibû ku vîdyoya 2 hemwelatiyên ji aliyê DAIŞê ve hatine dîlkirin hatiye belavkirin û Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî dabû xuyakirin, li Sûriyê ti leşkerên Rûsî nehatine dîlkirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Endamê Kongreya Amerîka: Dibe ku helwesta bo Kurdistanê biguhere
    Ji bo Leyla Zana heta 15 salan ceza xwestin
    ‘Amerîkî li Sûriyê ‘bi piştevaniya terorê’ alozîyê çêdikin’
    Li Japonyayê ewreke ecêb ku dişibe maran xuyabû
    Nivîskara ereb nivîsî bê Barzanî çima û çawa referandûm bi paş de nexist
    Etîketan:
    Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de