02:39 13 Kanûn 2017
Zindî
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Abdulazîz

    Lavrov: Pûtîn û Qralê Siûdî li ser mijara Sûriyeyê li hev kirin

    © Sputnik/ Aleksei Nikolskiy
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Abdulazîz ku li Moskowê hatin cem hev, li ser mijara têkoşîna li dijî terorîzmê ya li Sûriyeyê li hev kirin.

    Lavrov di derbarê hevdîtina Pûtîn û Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Abdulazîz de daxuyanî da û tê de diyar kir ku, her du alî di mijara têkoşîna li dijî terorîzmê ya li Sûriyeyê de li hev kirin.

    ‘HEMÛ MESELEYÊN SÛRIYEYÊ HATIN NIRXANDIN'

    Lavrov eşkere kir ku Pûtîn û Selman rewşa li Sûriye, Iraq, Yemen û Kendavê nirxandine û got: "Hemû meseleyên li Sûriyeyê hatin nirxandin û li ser têkoşîna li dijî terorîzmê li Sûriyeyê li hev kirin. Înîsiyatîfên li qada navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) yên Rûsya û Erebistana Siûdî yek in. Me di derbarê hevdîtinên li Konsya Ewelhiya Neteweyên Yekbûyî, hevkarê xwe haydar kir."

    ‘MOSKOW Û RIYAD PIŞTGIRÎ DIDIN HEWLDANÊN HEV ÊN LI SÛRIYEYÊ'

    Noqav
    МинMinistry of Defense of Russian Federation
    Lavrov destnîşan kir ku Qral Selman hewldanên çareseriyê ya aştiyane li Sûriyeyê ya Rûsyayê erenî dibine û wiha pê de çû: "Qral Selman, got ku hewldanên bo çareseriya krîza li Sûriyeyê di çerçoveya formata Astanayê de erenî dibinin. Rûsya jî piştgirî dide, hewldanên Riyadê di çerçoveya yekkirina muxalefeta li Sûriyeyê."

    ‘RÛSYA Û EREBISTANA SIÛDÎ 14 PEYMANAN MOR KIRIN'

    Ji aliyê din ve Lavrov da zanîn k udi encama hevdîtina Pûtîn-Selman de 14 peyman hatine morkirin. Wezîrê rûsî eşkere kir ku, "Peymanên mezin di warê aborî û bazirganiyê de mor kirine. Hin mijarên ku peyman hatin morkirin, enerjî, nukleerî, fezayî, çandinî û binesazî.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan ji bo referandûma Kurdistanê: Sedem e, ne encam e
    Rûsya: Noqavên Rûsyayê ji Deryaya Spî li DAIŞê xist
    Zaxarova: Amerîka bi astengkirina RTê qaîde û rêgezên xwe bin pê dike
    Amerîka: Em aciziya gelê Kurdistanê fêm dikin lê em piştgirê Iraqeke yekgirtî ne
    Altan Tan: Kurdistan ava bibe, dinya xera nabe
    Etîketan:
    têkoşîn, terorîzm, Qral Selman bîn Abdulazîz, Vladimîr Pûtîn, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de