19:00 21 Hezîran 2018
Noqav

Rûsya: Noqavên Rûsyayê ji Deryaya Spî li DAIŞê xist

МинMinistry of Defense of Russian Federation
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkovî got, noqavên rûsî yên li Deryaya Spî bi moşekên Kalîbrê li cebilxane û embarên tijî navgîn ên DAIŞê yên li nêzîkî bajarê Meyadînê yê Sûyriyeyê xist.

Konaşenkovî got, noqavên rûsî 10 moşekên Kalîbr avêtin sengerên DAIŞê yên li Sûriyeyê û tê de navgînên çavdêriyê yê objektîv hebûn û hat destnîşankirin ku hemû sengerên armanckirî hatine ruxandin.

Rayedarê rûs axiftina xwe wiha dewam kir: Moşekên Kalîbrê ku hejmara wan digihêje 10an hemû sengerên DAIŞê yên armanckirî ruxandin ku di nav wan de cihên serokên terorîstan, cebilxane û embarên navgînên zirxî jî di nav wan de bûn."

Konaşenokî destnîşan kir ku DAIŞê derbeyên giran xwarin û got, armanca sereke ya van derbeyan ew e ku Artêşa Sûriyeyê li Dêra Zorê bi pêş de biçe.

Bi heman mijarî:

5 leşkerên hêza taybet a Amerîkayê ketin kemînê: 3 kuştî û 2 birîndar
‘Ez îstîfa nakim bila Erdogan min ji wezîfê bistîne'
Macron îro li Koçka Elysseyê referandûma serxwebûna Kurdistanê dinirxîne
YE: ‘Tirkiyê Interpolê sûîstîmal dike'
Ji Hewlêrê bo Bexdayê: Em amade ne
Etîketan:
Noqav, Îgor Konaşenkov, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de