08:32 13 Kanûn 2017
Zindî
    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Amerîka bi astengkirina RTê qaîde û rêgezên xwe bin pê dike

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsya Mariya Zaxarova, diyar kir ku, "Birêveberiya Amerîkayê bi astengkirina çalakiyên televizyona Rusia Today (RT), qaîdeyên xwe yên azadiya ramanî û rêgezên vê yekê binpê dike.

    Li Konseya Federasyonê ku Baskê Jor yê Parlamentoya Rûsyayê ye civîneke tê lidarxistin. Di civinê de çalakiyên li hember çapemeniya Rûsî yên birêvebiriya Yekîtiya Dewletên Amerika (YDA) tên nirxandin.

    Di civîna ku ji bo serweriya Rûsya were parastin û pêşîyê li mudaxaleyên dervê yên ji bo nava Rûsya bigrin hatibû li darxistin, Mariya Zaxarova bi Gerînendeya Sputnik û RTyê Margarîta Sîmonyan re diaxife.

    Zaxarova: "Wekî encamên astengkirina çalakiyên RT li Amerikayê, mewzûata navxweyî a derbarê azadiya ramanî de bi aşkerayî hatine bin pê kirin.

    EM LÊ EWLE NE KU TILIYA ÎSTÎXBARATA YDAyê TÊ DE HEYE

    Zaxarova got ku li hember saziyên çapemeniya Rûsî astengiyên siyasî û yên aborî tên derdixistin û gotinên xwe weha berdewam kirin: "Li paş tevdîrên ku têne girtin, em ewle ne ku îstîxbarata YDAyê heye û di vê mijarê de şika me tuneye. Ev mijar, ji aliyê geşedanên ku rûdane ve gelekî giringe lewra ev tevdîr kêyfî ne û tenê li hember Rtyê ne. Li tu saziyên çapemeniyê yên dewleteke din tiştekî bi vî rengî nayê kirin.

    AMERÎKA BIXWAZE EM DIKARIN OFÎSA RTyê BIGRIN

    Gerînendeya Weşanê yê Giştî ya RTyê Margarîta Sîmonyan ku di civînê de axifî diyar kir ku; YDA, RTyê wekî "sîxûrê biyanî" pênase dike.

    Sîmonyan di axaftina xwe de got: "Ev pênasekirin azadiya çapemeniyê bin pê dike û ji bo rojnameger xwe bighînin nûçeyan astengiyan ji wan re derdixe. Heke YDA biryarê bide ku ofîsa RTyê bigre, em dikarin vê yekê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Em ê malperên nûnêrîtiyên xwe veguhezin pêşkêşkarên herêmî
    Zaxarova: Biryara kêmkirina dîplomatên amerîkî me neda
    Zaxarova: Amerîka li Rûsyayê konsolxaneya çaremin nexwest
    Zaxarova: Îdiayên ‘Rûsya Talîbanê biçek dike’ dezenformasyon e
    Zaxarova: Vîdyoya NATOyê dilê mirov dixelîne
    Etîketan:
    Mariya Zaxarova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de