13:05 17 Kanûn 2017
Zindî
    çekên kimyewî

    OPCW: Em li Hamayê rastî şopa çekên kîmyewî hatin

    © AP Photo/ Alfonso Perez
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) ragihand ku li bajarê Hamayê ya Sûriyeyê di meha adarê de çekên kimyewî hatine bikaranîn.

    Dîrektorê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) Ahmet Uzumcu derbarê bûyera ku di 30ê Adarê li Hamayê rû dabû de daxuyanî da û diyar kir ku, "Di piraniya nimûneyên hatine lêkolandin de sarin an jî madeyên kimyewî ên weke sarinê hene."

    LI HAMAYÊ BI ÇEKÊN KIMYEWÎ 50 KES BIRÎNDAR BÛBÛN

    Hêjayî gotinê yê ku di bûyerên 30ê Adarê 50 kes birîndar bûbûn.

    Heta niha li Sûriyeyê derbarê bikaranîna çekên kimyewî de gelek raport hatine amadekirin û di vî warî de rêvebirên Sûriyeyê û DAIŞê hatibû sûcdar kirin.

    Ji aliyê din ve Hikûmeta Sûriyeyê ev îddia red kirin û got ku wan di Çileyê 2016an de stokên çekên kimyewî bi tevahî îmha kirine. Ev yek ji aliyê OPCWê jî hate pişterastkirin.

    Bi heman mijarî:

    Analîstê Amerîkayî çekên herî bi bandor ên Rûsyayê rêz kir
    Ji bo tolhildanê bi çekên giran êriş kirin: 15 kuştî û gelek birîndar
    Rûsyayê bibîr xist: Li Derayê çekên kimyewî hene
    Li Telaferê kargeha çekên kîmyewî hat dîtin
    Bi çekên giran êrişî çekdarên HSDê kirin: 2 jê fermandar 34 kuştî
    Etîketan:
    hama, çek, DAIŞ, Rêxistina Îmhakirina Çekên Kîmyawî (OPCW), Ahmet Uzumcu, Suriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de