13:00 17 Kanûn 2017
Zindî
    Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin

    Pûtîn: Ji we were rûs bi tenê li erebeya hespan siwar dibin?

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 30

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku ew gelek otomobîlên biyanî bikar tîne û dibe ku yekê jî ji xwe re bistîne û got: "Ji we were rûs bi tenê li erebeya hespan an jî li tankan siwar dibin?

    Di çarçoveya Heftiya Eneriyê Ya Rûsan de ji Serok Pûtîn pirsîn gelo ew dixwaze otomobîleke ku markaya wê Tesla û bi ceyran dixebite bikire an na? Pûtîn wiha bersivand, "Çima nebe? Ev yek babetê min e. Çi tiştên nû û mifadar hebin em dikirin û difroşin. Ev yek xwezayî ye. Yanî ji we were em bi tenê li erebeyên hespan siwar dibin? Ya jî li tankan? Wekî hun jî dizanin erebeyên hespan jî neman"

    ‘BILÊZ, KARÎGER Û BEDEW IN'

    Pûtîn daxuyaniya xwe wisa domand, "Karmendên rûs seyyareyên ku dê bi ceyranê bixebitin nîşanî min dan. Ez aşînayê veberhênanên Amerîka, Asyayî û Japonî me. Ez li van hemû seyyareyan siwar jî bûme. Ez dikarim bêjim ku li xweşa min jî diçin. Bilez, karîger û bedew in. Ev seyyare bo bajaran pir baş in."

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Putin qerara Donbassê:Dê pasaportên kesên herêmê li Rûsyayê bê qebûlkirin
    Putin ji bo Noelê pîrozbahî li gelê Rûsyayê kir
    Putin: Pêwistiya me bi fûzeyên ku hemû sîstemên xweparastinê têk bibe ve heye
    Putin û Papa Francis li ser ewlekariya Xristiyanan axivîn
    Putin behsa evîna xwe ya pêşî kir
    Etîketan:
    enerji, otomobîl, Vladimir Putin, Rusya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de