18:02 13 Kanûn 2017
Zindî
    Ebu Muhammed El Culani

    Rûsya: Serokê El Nûsrayê Cûlanî di qomayê de ye

    © REUTERS/ Orient TV
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20

    Rûsyayê derheqê serokê rêxistina Tahrîr el Şam û serokê berê yê Fetih el Şamê (El Nûsra) Ebû Mûhammed el Cûlanî ku di êrîşeke hêzên esmanî yên rûsî de doh bi giranî birîndar bibû ragihand ku Cûlanî îro ketiye qomayê.

    Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku serokê rêxistina Tahrîr el Şam û serokê berê yê Fetih el Şamê (El Nûsra) Ebû Mûhammed El Cûlanî, ku di êrîşeke hêzên hewayî ya rûsan de bi giranî birîndar bûbû, destekî wî jê bibû û ketiye qomayê.

    Konaşenkov ji bo rojnamegeran ragihand û got, "Ketina qomayê ya Cûlanî serê mîlîtanên li Idlîbê tevlî hev kiriye."

    TEVLÎ ALÎKARÊ CÛLANÎ YÊ HERÎ NÊZÎK 12 FERMANDARÊN QADÊ JÎ HATIN KUŞTIN

    Konaşenkov herwisa got di encama êrîşê de ligel 49 milîtanên Fetîh El Şamê, tevlî alîkarê El Cûlanî yê herî nêzîk bi giştî 7 fermandarên qadê jî hatine kuştin. Li gorî ku Konaşenkov radigihîne di nava mîlîtanên di êrîşên esmanîde hatine kuştin de Musab el Huseyn, Ebu Turab Dagistani, Abdurrahman el Muhacir, Ebu Ahmed el Cazravi jî hene.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Serekê Tahrîr El Şamê Ebû Mûhammed El Cûlanî bi giranî birîndar bû
    120 terorîstên Fetih el Şam (El Nûsra) li Şamê hatin kuştin
    Zaxarova: DAIŞ û El Nûsra li Sûriye û Iraqê çekên kimyewî bikar tînin
    Rûsya: 10 rêxistinên di lîsteya agirbestê ya DYA de, bi DAIŞ û El Nûsra re hevkariyê dikin
    Lavrov: Ger ku El Nûsra dev ji îhlalan berde em dikarin agirbestê dirêj bikin
    Çurkîn: El Nûsra ji Helebê dernekeve wê rastî encamên tund bê
    Etîketan:
    Serokê Tehrîr el Şamê, Ebû Muhammed El Cûlanî, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de