18:17 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Konstantîn Kosaçev

    'Rûsya referandûmê meşrû dibîne, lê gavên lezgîn navêje'

    © Sputnik/ Alexander Shalgina
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 170 0 0

    Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê Konstantin Kosaçev, li ser referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê da xuyakirin, ‘Naskirin û nenaskirina encamên referandûmê ne mijareke ewqas giring e. Lê garantiya encamdana dewletbûnê ti kes nikare bide.’

    Kosaçev li ser rûpela xwe ya Facebookê li ser referandûma 25ê Îlonê ya Herêma Kurdistanê daxuyanî dan.

    Kosaçev got, "Naskirin û nenaskirina encamên referandûmê ne mijareke ewqas giring e. Ji referandûmê serbixwe, rêya dirêj a damezirandina dewleta ji aliyê welatên din ve hatiye naskirin, ti kes nikare garantiya wê bide ku di dawiya rê de dê bigihîje encamê."

    Kosaçev diyar kir, ‘Ji ber vê yekê Rûsya dê wek welatên din, di vê mijarê de gavên lezgîn neavêje û navêje jî."

    'REFERANDÛM BERHEMA BIHARA EREBÎ YE'

    Senatorê Rûsî encama referandûmê wek encameke dihat hêvîkirin nirxand û bal kişand ser ku Kurdistan yek ji girêka aloz a Rojhilata Navîn e û wiha şîrove kir:

    "Kurd miletê herî mezin ê dinyayê yê ne xwedî dewlet e. Ev daxwaziya wan tê fahmkirin. Diyar e Kurdan di vê rewşa aloz a Rojhilata Navîn de ku bi destwerdana derve çend sal in berdewame, derfeta pêkanîna vê xeyala xwe dîtine. Di mercên aramî û berdewamiyê de şansê dewletên netewî pir biçûk e."

    Kosaçev herwiha rexne li welatên li dijî referandûmê derketine kir û got, "Balkêş e, hemû kesên kêfa xwe ji bihara erebî ya serhildêr re anîn, li dijî 'referandûma aştîyane' ya Herêma Kurdistanê derketin ku wan destwerdana hemû proseyên Rojhilata Navîn kiribû û niha jî berhemeke wê ya din bidest anîn. Û diyar e ku ev ne berhema dawî ye jî."

    'MESELE NE MEŞRÛBÛN E, DEMA WÊ YE'

    Kosaçev da xuyakirin ku encama diyarkirina çarenivîsê ya Kurdan bandorê li çendek welatan bi hev re dike ku têra xwe kêşeyên Iraq, Tirkiye, Sûriye û Îranê hene û herwiha pirsgirêkên wan ên hevpar ligel Kurdan hene.

    Senatorê Rûsî bal kişand ser ku kêşeya bingehîn a dijderketina referandûmê ne rewabûna wê bû, civaka navdewletî dîroka wê qebûl nedikir.

    Bi heman mijarî:

    Ji Barzanî peyama piştî referandûmê: Em amade ne guftûgoyên cidî bikin
    Parlamentarê Sûriyê referandûma serxwebûnê pîroz kir
    Ebadî 3 roj muhlet da Herêma Kurdistanê
    "Divê Îran bi hestiyarî tevnegere"
    PKK li ser referandûmê daxuyanî da
    YE bangî Iraq û Hewlêrê kir: Pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin
    Encamên destpêkê yên beşdariyê û dengê 'belê' li Kerkûkê û herêmên din
    Rûsya: Em ê rîskên bo şirketên rûsî yên li Herêma Kurdistanê lêkolîn bikin
    Etîketan:
    kurdistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de