18:24 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Facebook

    Rûsya: Eger Facebook li gorî qanûnan tevnegerê em ê asteng bikin

    © AP Photo/ Thibault Camus
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Serokê Saziya Kontrola Ragihandinê û Teknolojiyê ya Federasyona Rûsyayê (Roskomnadzor) Aleksandr Jarov ragihand ku eger siteya parvekirinên medyaya civakî Facebook li gorî qanûna parastina daneyên şexsî tevnegerê dê asteng bikin.

    Jarov, daxuyani da çapameniyê û diyar kir ku eger Facebook li gorî qanûna derbarê veşartina daneyên şexsane tevnegere em ê asteng bikin.

    Li gorî qanûnê, daneyên şexsane yên welatiyên Rûsyayê, divê di nav sînorên Rûsyayê de werin veşartin. Siteyên înternetê yên ku li dogî qanûnê tevnegerin ji aliyê Roskomnadzor ve tê astengkirin.

    Roskomnadzor, sîteya LinkedInê ji ber ku li gorî qanûnan tevnegerî bû sala borî asteng kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Facebook ji bo hevalên nêzîk profîleke nû çêdike
    Facebook bajarekî nû ava dike
    Facebook teknolojiya xwe ya nû da naskirin
    Pisporên Amerîkî: Facebook deruniya mirovan xera dike
    Etîketan:
    facebook, Aleksandr Jarov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de