06:38 18 Hezîran 2018
Miloz Zeman

Serokê Dewleta Çekyayê: Vexwendina Pûtîn bo min wekî xelatê ye

© AFP 2018 / Darko Vojinovic
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Çekyayê Mîlos Zeman ji bo vexwendina Pûtîn a bajarê Soçiyê ragihand ku ev vexwendin bo min wekî xelatê ye.

Serokê Dewleta Çekyayê Mîlos Zeman di çûna xwe ya Amerîkayê de ji rojnamevanan re got: "Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn min vexwende Soçî ye û ez gelekî kêfxweş bûm. Ev ji bo min wekî xelatekê ye. Wekî ku min berê jî gotibû di vê çûnê de ez ê serdanê deverên din ên Rûsyayê jî bikim."

Tê peşbînîkirin ku Mîlos Zeman di 20ê Mijdarê de serdana Rûsyayê bike. Zeman berê gotibû ez dixwazim serdana Moskowa, Yekaterinburg û Tataristanê bikim.

Bi heman mijarî:

Serokdewletê Çekyayê Zeman: Ez ajanê Kremlînê me
Miloş Zeman: YE dikare heta dawiya vê sale sizayên li ser Rûsyayê rake
Serokê Çekyayê: "Ez amade me pêşniyara hevdîtinê li Pûtîn û Trump bikim"
Di pêşbirka Rûsya û Çekyayê de pevçûn derket
Serokwezîrê Çekyayê: Gefa vekirina sînoran a Erdogan deryaseyî ye
Etîketan:
Serokê Dewleta Rûsyayê, Mîlos Zeman, Çekya, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de