18:44 15 Kanûn 2017
Zindî
    Milîtanên El-Nusrayê li Idlibê

    '850 milîtan hatin kuştin, 3 leşkerên Rûsî birîndar bûn'

    © REUTERS/ Mohamad Bayoush
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Navenda Tevgera Leşkerî ya Sererkaniya Rûsyayê Orgeneral Sergey Rudskoy ragihand ku artêşên Rûsya û Sûriyê li Idlibê bi şikandina êrîşên Fetîh el Şamê (El Nusra) re, bi qasî 850 milîtanên wan jî kuştine.

    Rudskoy di civîneke rojnamevanî de ragihand, "Artêşên Rûsya û Sûriyê nêzî 850 milîtanên Fetîh el Şamê, dema êrîşî herêma kêmkirina rageşiyê ya li Idlibê kirin, kuştin."

    Rayedarê Rûsî herwiha da zanîn, di encama operasyonê de, 157 cihên leşkerî, 11 tank, 4 wesayîtên şer, 46 wesayîtên eraziyê, 5 guleyên hawinê, 20 wesayîtên barhilgir û 38 depoyên çekan hatine ruxandin.

    ARTÊŞA SÛRIYÊ HERÊM JI NÛ VE KONTROL KIR

    Rudskoy da xuyakirin, yekîneyên leşkerî yên Sûriyê bi piştevaniya Hêzên Hewayî û Fezayî yên Rûsyayê ji nû ve dest bi hicumê kirine û herêm kontrol kirine.

    Rudskoy herwiha ragihand ku terorîstên êrîşî Idlibê kirine yekîneya polîsên Rûsî ya li herêmê kar dike jî dorpêç kirine.

    3 LEŞKERÊN RÛSÎ BIRÎNDAR BÛN

    Rayedarê Rûsî got, ji bo rizgarkirina polîsên Rûsî operasyon hatiye kirin û di encama operasyonê de kesekî jiyana xwe ji dest nedaye, lê 3 leşkerên hêzên taybet ên Rûsî birîndar bûne.

    Rudskov diyar kir ku ji bo rê li ber pêşveçûna hêzên hikûmetê li rojhilatê Dêrezorê bigirin, îstixbarata Amerîkî li pişt êrîşên Fetîh el Şamê ye û ji aliyê wan ve têne plankirin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Helwesta Amerîkayê ya dijî pêkanîna peymana nukleerî cihê fikarê ye
    Pêşveçûna HSDê dewam dike: 10 mezrik hatin kontrolkirin
    Serokê Komisyona Referandûmê: Her kes dê roja duşemê dengê xwe bide
    'Duyem mezintirîn şirketa amerîkî Chevronê piştî du salan bîra xwe li Kurdistanê kola'
    Barzanî pêvajoya serxwebûna Kurdistanê eşkere kir
    ‘Ji rewşa niha Moskow û Washington kêfxweş nîn in'
    HDP: Divê CHPê rêzê li referandûma Kurdistanê bigire
    Etîketan:
    Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de