02:34 25 Gulan 2018
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Helwesta Amerîkayê ya dijî pêkanîna peymana nukleerî cihê fikarê ye

    © Sputnik / Maxim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku ji bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New York a Amerîkayê ye, daxuyanî dan rojnamevanan.

    Lavrov li ser helwesta Amerîkayê ya bo Îranê da xuyakirin ku helwesta nelihevkirinê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê Îranê de û rexnekirina bi tundî ya bernameya çareserkirina kêşeya nukleerî cihê fikarê ye.

    'DÊ RÛSYA PIŞTEVANÎYA PEYMANA NUKLEERÎ YA ÎRANÊ BIDOMÎNE'

    Wezîrê Rûsî da zanîn ku dê Rûsya piştevaniya peymana nukleerî ya bi Îranê re ku ji aliyê civaka navnetewî hatiye pejirandin bidomîne û ew pê bawerin ku dê pêkanîna peymanê ji bo îstiqrara herêmê û ewlekariya navdewletî sûdewar be.

    Lavrov herwiha ragihand ku ew dê sibe li New Yorkê bi welatên 5+1 yên peymana nukleerî bi Îranê re îmze kirine re were ba hev û digel Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zarîf bicive.

     

    Bi heman mijarî:

    Pêşveçûna HSDê dewam dike: 10 mezrik hatin kontrolkirin
    Serokê Komisyona Referandûmê: Her kes dê roja duşemê dengê xwe bide
    'Duyem mezintirîn şirketa amerîkî Chevronê piştî du salan bîra xwe li Kurdistanê kola'
    'Apê Mûsa' di salvegera kuştina xwe de hat bîranîn
    Sîmonyan bertek da daxuyaniyên Amerîkayê ya li dijî Sputnikê
    ‘Ji rewşa niha Moskow û Washington kêfxweş nîn in'
    Etîketan:
    Amerîka, Îran, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de