19:43 24 Hezîran 2018
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

‘Ji rewşa niha Moskow û Washington kêfxweş nîn in'

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump peyamên pozîtîf dide û divê Rûsya û Amerîka dev ji polîtîkayên kisas berdin.

Lovrov piştî civîna xwe yê bi hevkarê xwe yê amerîkî Rex Tillerson re ji Associated Pressê (AP) re axivî û got: "Ez ji axaftina Donald Trump gelek kêfxweşbûn. Ev demeke dirêj e me axaftineke wiha ji serokek Amerîkayê nebihîstibû."

‘JI REWŞA NIHA MOSKOW Û WASHINGTON KÊFXWEŞ NÎN IN'

Lavrov eşkere kir ku ji ber polîtîkayên serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama têkliyên Rûsya û Amerîkayê di rewşek xirab de ye û wiha pê de çû: "Trump dixwaze têkiliyan bi Moskovê re pêş bixe. Ji rewşa niha Moskow û Washington kêfxweî nîn in."

Bi heman mijarî:

Ji Lavrov bo Zarîf: Dema tu hate Rûsyayê wekî rûsan tev bigere
Lavrov: Em difikirin mercên dîplomatên rûs û yên amerîkî bikin wek hev
Lavrov û Tillerson berî civîna NY hevdîtinek pêk anîn
Lavrov û Tillerson li ser pêşnûmeya NYyê û milkên dîplomatîk axivîn
Etîketan:
rewş, Donald Trump, Sergey Lavrov
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de