19:56 22 Îlon 2017
Zindî
    Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê İgor Konaşenkov

    Rûsyayê derbarê lêdana HSDê de daxuyaniyek da: Me agahî dabûn DYAyê

    Ministry press service оброны Russian Federation
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 22302

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê 'İgor Konaşenkovî ragihand ku ji rayedarên amerîkî re gotibû, hêzên hewayî yên rûsî dê operasyonê li Dêra Zorê çêbibin.

    Konaşenkovî derbarê mijarê de axivî û got: "Hikûmeta Sûriyeyê bi piştgiriya Hêzên Hewayî û Fezayî yên Rûsyî bi awayekî serkeftî şer dike daku DAIŞê li xala dawî ya li Dêra Zorê ji nav bibe. Ji bo rê li ber rageşiya nepêwîst were girtin, navenda fermandariyê ya koma leşkerî ya Rûsyayê ya li Sûriyeyê di kanalên pêwendiyê yê heyî de sînorên operasyona li Dêra Zorê ji hevparên amerikî re gotibûn."

    Hevpeymana navdewletî duh îdîa kiribû ku şeş şervanên HSDê di operasyonên hewayî yên Rûsyayê li Dêra Zorê birîndar bûne.

    "ŞERÊ DAIŞÊ Û ALIYEKÎ SÊYEM NEHATIYE TESBÎTKIRIN"

    Herwiha rayedarê rûs diyar kir ku xalên hatine bombebarkirin berê keşif li wan bûye û ji aliyê kanalên cuda hatibûn piştrastkirin û wiha pê de çû: Pêşî ew deverên ku bi tundî êrîşÎ artêşa Sûriyeyê dikin tên bombebarankirin. Li berava rojhilatî ya Firatê di çend rojên dawî de yekîneyên rûsî keşifê dikin û nehatiye tesbîtkirin ku milîtanên DAIŞê bi aliyekî sêyem re şer dikin".

     

    Bi heman mijarî:

    ‘HSD bi fermî dest bi operasyona Dêrezorê dike’
    HSD: Me sedî 70ê bajêr kontrol kir
    HSD: Li Reqayê mayin li rêyên revê yên sivîlan tên çandin
    HSD: Amerîka li Rojava baregeheke alternatîfa încîrlîkê ava dike
    HSD amadekariya şerekî giran li Rojavayê Reqayê dike
    HSD gihîşt nav Reqqayê
    Etîketan:
    DAIŞ, HSD, Igor Konaşenkov, DYA, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de