15:13 18 Mijdar 2017
Zindî
    YPG

    Rûsya: Em hêvî dikin Reqqa wê di mehekê an 2 mehan de rizgar bibe

    © REUTERS/ Zohra Bensemra
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Nûnerê Taybet yê Serokayetiya Dewleta Rûsyayê li Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev diyar kir ku li Sûriyeyê hinek komên muxalîfên nerme tevlî têkoşîna li dijî DAIŞê û Fetîh El Şamê bûne û got, em hêvî dikin ku bajarê Reqqayê wê di nav mehekê an 2 mehan de ji DAIŞê were rizgarkirin.

    Lavrentyev piştî hevdîtinên Astana-6ê civîneke rojnamevaniyê saz kir û di wê civînê de got, hinek muxalîf tevkariyê li têkoşîna dijterorê dikin.

    'HINEK MUXALÎFÊN NERME TEVKARIYÊ LI OPERASYONAN DIKIN'

    Dîplomatê Rûsî di axaftina xwe de got, "Muxalîfên nerme yên navborî operasyoneke gelekî serkeftî dimeşînin. Azadkirina qismekî Reqqayê nişana vê yekê ye. Em hêvî dikin ku bajar wê di nav mehekê an 2 mehan de rizgar bibe."

    'EM HEMÛ KOMÊN MUXALÎF VEDIXWÎNIN TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ'

    Ji aliyê din ve Lavrentyev bi bîr xist ku hinek komên muxalîf naxwazin beşdarî xebatên têkoşîna li dijî terorê bibin û got, ev yek ji bo me cihê xemgîniyê ye û em bangî wan dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna terorê.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Li Sûriyeyê fikra Kurdan girîng e
    Şer bi dawî dibe, rewşa Sûriyeyê û kurdên sûrî dê çawa bibe?
    ‘Amerîka ji bo çek û cebilxane bide dijberiya Sûriyeyê 2 milyar dolar pere da
    Noqavên rûsî bi moşekên Kalîbr ê li hedefên DAIŞê yên li Sûriyeyê xistin
    ENKS kirîza Sûriyeyê li gel berpirsên ewropî gotûbêj dike
    Etîketan:
    Nûnerê Taybet yê Serokatiya Dewleta Rûsyayê li Sûriyeyê, Aleksandr Lavrentyev, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de