20:38 18 Mijdar 2017
Zindî
    balafira rûsî-rûs-balafir

    Atlasglobal dest bi firînên Moskowê dike

    © Sputnik/ Maksim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Şirketa rêya hewayî ya Atlasglobalê ji 25ê Îlonê pêve her roj bi awayê rêk û pêk dest bi firînên Moskow û Stenbolê dike.

    Berpirsê departmana firotina Atlasglobalê Recep Emanet li Moskowê di daxuyaniya xwe ya çapemenî de got: "Şirketa me ji 25ê Îlonê pêve her roj dest bi firînên navbera Moskow û Stenbolê dike."

    Recep Emanet di berdewamiya axaftina xwe de got: "Firînên şirketa Atlasglobalê wê ji Balafirxaneya Şeremetyevo û Balafirxaneya Ataturkê pêk werin. Tevlî vê firîna dawî ev dibe noqteya 5emîn a Atlasglobalê ku li Rûsyayê firînan pêk bîne."

    Ji xeyrî Rêya Hewayî ya Tirkiyeyê, Onur Air, Pegasus Airlines û SunExpressê, Atlasglobal dibe 5emîn şirket ku wê firînan bo Moskowê pêk bîne. Atlasglobal berî Moskowê li Nijnekamsk, Samara, Mahaçkala û Krasnodarê firîn pêk tanîn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Dîmenên firînên balafirên rûsî yên li Alaskayê hatin weşandin
    Rûsya û Amerîka amadene memorandûma bo firînên li Sûriyeyê bixin meriyete
    THY, firînên xwe yên navbera Novosibirsk û Stenbolê radiwestîne
    'Dibe Rûsya firînên charterê bo Tirkiyeyê rawestîne'
    Peskov bersiva qedexekirina firînên charter ên Tirkiyeyê da
    Etîketan:
    Berpirsê departmana firotina Atlasglobalê, Recep Emanet, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de