12:34 20 Mijdar 2017
Zindî
    Sûriye

    'Dê şerê DAIŞê yê li Sûriyê li demeke nêzîk bidawî bibe'

    © AFP 2017/ AMMAR SULEIMAN
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Aleksander Lavrentyev ku seroktiya heyeta civînên Astanayê dike, ragihand ku ew bawer dike dê li demeke nêzîk têkoşîna dijî DAIŞê ya li Sûriyê biencam bibe.

    Lavrentyev li civînên paytexta Kazaxistanê Astana-6an ji rojnamevanan re axivî.

    Serokê şandeya Rûsî bal kişand ser ku meha borî li qada şer a Sûriyê geşedanên gelekî baş çêbûne û got, "Hezên hikûmeta Sûriyê dorpêça ser Dêrezorê şikandin û operasyonên ser çeperên DAIŞê berdewam dikin."

    Nûnerê Rûsî herwiha diyar kir, "Dê li mehên pêşiya me, têkoşîna bi terorê re bidawî bibe û hêvî dikim em ê êdî li ser têkoşîna komên muxalîfên ku dixwazin hikûmeta Sûriyê hilweşînin biaxivin."

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Divê bilez parlamena Tirkiyê li dijî biryara referandûma Kurdistanê bicive’
    Dadgeha Belçîkayê biryar da: ‘PKK ne rêxistineke terorê ye’
    Kremlîn: Daxuyaniyên ser tetbîqata Zapadê yên sorkirina dijayetiyê provokasyon in
    Lavrentyev: Rûsya, Tirkiye û Îran dê kontrola herêmên li Idlibê bikin
    Demirtaş di derbarê êrişa merasîma cenazeya diya Aysel Tugluk de peyam şand
    ‘Hefteya pêşiya me hevdîtinên Bexda û Hewlêrê ji nû ve destpê dikin’
    Rûsyayê 4 balafir şandin Sûriyê
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de