12:36 20 Mijdar 2017
Zindî
    Girên Golanê - Îsraîl - Sûriye - Sînorê Kuneytra

    Lavrentyev: Rûsya, Tirkiye û Îran dê kontrola herêmên li Idlibê bikin

    © REUTERS/ Alaa Al-Faqir
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Aleksander Lavrentyev, Nûnerê Taybet ê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî ku serokatiya heyeta Rûsyayê li paytextê Kazaxistanê Astanayê dike, ragihand ku Rûsya, Tirkiye û Îran dê herêmên kêmkirina rageşiyê yên li Idlibê kontrol bikin.

    Lavrentyev diyar kir ku di vê qonaxê de naxwaze zêde li ser wan hêzên bisekine ku dê li herêmên kêmkirina rageşiyê bixebitin û diyar kir ku xebatên wan dewam dikin.

    Herwiha rayedarê rûs diyar kir ku hindik maye ku aliyên li Astana-6ê rêkeftinê ji bo herêmên kêmkirina rageşiyê îmze bikin.

    Dîplomatê rûs destnîşan kir ku mijar herêmên rageşiyê dê sibe binirxîne, piştî ku bi  hemû aliyan re gotûbêjan bike.

    Heta niha sê herêmên kêmkirina rageşiyê pêk hatine ku yek li Xûteya Rojhilat e, ya dî li bakurê Humsê ye û ya din jî li ser sînorê Urdunê ye û her ê jî ji aliyê hêzên rûsî ve tên kontrolkirin.

    Di gera 6emîn de, alî li ser hûrgiliyên herêma kêmkirina rageşiyê ya li Idlibê dixebitin.

    Ji aliyê din ve, rayedarekî ku beşdarî gera 6an dibe ji Spûtnîkê re axivîbû û diyar kiribû ku Rûsya, Îran û Tirkiye dê herêmên kêmkirina rageşiyê yên Idlibê kontrol bikin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê 4 balafir şandin Sûriyê
    Generalê rûsî: Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê derbeyên giran li DAIŞê da
    Pûtîn: Aboriya Rûsyayê ji nû ve pêş dikeve
    'Rûsyayê alîkariyeke mezin da rakirina dorpêça Dêrezorê'
    Rûsyayê bi tonan alîkarî şand Qamişlo
    Etîketan:
    Astana, Tirkiye, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de