06:53 20 Mijdar 2017
Zindî
    Sergey Lavrov û Muhammed Cewad Zarîf

    Ji Lavrov bo Zarîf: Dema tu hate Rûsyayê wekî rûsan tev bigere

    © AP Photo/ Ebrahim Noroozi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li bajarê Soçiyê bi germî pêşwaziya hemkarê xwe yê îranî Muhammed Cewad Zarîf kir û ji Zarîf re got: "Dema tu hate Rûsyayê wekî rûsan tev bigere."

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li bajarê Soçiyê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf kir û herdu wezîran hevdîtineke dualî pêk anîn. Dema herdu wezîr derketin pêşberî kamerayan Lavrov bi zimanê henekî ji Zarîf re got: "Dema tu hate Rûsyayê wekî rûsan tev bigere."

    ‘ME MIJARA ENERJIYA NÛKLEERÎ NIRXAND'

    Wezîrê rûsî Lavrov piştî civînê di axaftina xwe ya çapemenî de got: "Bi taybetî em li ser mijara enerjiya nûkleerî rawestiyan. Ûnîteya santrala nûkleerî ya Buşehrê halê hazir bi tam qapasîteyê elektrîkê çêdike. Hevdîtinên ji bo avakirina înşaeta santrala duyemîn dewam dikin. Me projeya trêna bi elektrîk a Îranê jî xeberda."

    Li gorî daxuyaniya Lavrov, herdu wezîran ji bo di rûniştina Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ku hefteya pêşiya me dê were lidarxistin diyalogê bidomînin li hev kiriye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Lavrov, Muellîm û Zarîf wê li Moskowê li hev bicivin
    Lavrov û Zarîf li ser hevdîtinên li Astanayê axivîn
    Lavrov û Zarîf hevdîtinek pêk anîn
    'Lavrov, bi Çavuşoglu û Zarîf re li ser Helebê axivî'
    Çavuşoglu wê li Moskowê bi Lavrov û Zarîf re were ba hev
    Lavrov û Zarîf li Viyanayê civîneke dualî pêk anîn
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Îranê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Muhammed Cewad Zarîf, Sergey Lavrov, Îran, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de