01:27 20 Îlon 2017
Zindî
    Rusya- Belarus- Zapad

    Rûsya bi Belarûsê re dest bi tetbîqateke mezin kir

    © AP Photo/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Rûsya û Belarûs hê ji dewra Sovyetê ve her sal tetbîqeta leşkerî ya bi navê ‘Zapad' li dar dixe. Tetbîqata Zapad-2017 bi 12 hezar û 700 leşkerî dest pê kir.

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku tetbîqata leşkerî ya bi navê Zapad-2017 li nav axa Rûsya û Belarûsê di 14ê Îlonê dest pê kir.

    Li gorî daxuyaniya wezaretê ji Belarûsê 7 hezar û 200 û ji Rûsyayê jî 5 hezar û 500 bi tevahî 12 hezar û 700 leşker, 70 balafir û helikopter, tank, çek û pergalên moşekan jî di nav de 680 amûrên leşkerî û 10 keştiyên şer tevlî tetbîqatê dibin.

    Tetbîqata ku wê bi Belarûsê re hevpar were encamdan dê qismekî wê li Deryaya Baltik, herêma rojava ya Rûsyayê û li herêma Kalîningrada nêzî Polonya û Lîtvanyayê pêk were.

    Tetbîqata bi navê ‘Zapad' ku tê wateya ‘rojava' herî pêşî di sala 1980yî de di dema Yekîtiya Sovyetê de hatibû lidarxistin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Tetbîqata leşkerî ya Rûsya û Misrê dest pê kir
    Artêşa Sûriyeyê tetbîqata şer li nav bajêr li dar xist
    Tetbîqata firokeyên cengê yên Su-30SM a Sivastopolê
    Sputnik dîmenên tetbîqata yekîneya xwebexşên ku beşdarî Artêşa Sûriyeyê bûne kişand
    Rûsya û Misir tetbîqata hevpar li dar dixin
    Etîketan:
    Tetbîqata Zapad-2017, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Belarûs, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de