14:39 19 Îlon 2017
Zindî
    Spûtnîk

    Peskov: Jêpirsîna FBIyê ji peyamnêrê Spûtnîkê re cihê nîgeraniyê ye

    © Sputnik/ Igor Russak
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskovî jêpirsîna peyamnêrê berê yê Ajansa Spûtnîkê Andrew Feinbergî ji aliyê FBIyê şirove kir û diyar kir agahiyên derbarê jêpirsînê de cihê nîgeraniyê ne.

    Peskovî bersiva rojnamevanan da û derbarê mijarê de wiha got: "Agahiyên berfireh di destê me de tine ne lê bi her awayî, lêpirsîna rojnamavenan an jî rojnamevanên berê ji ber karê wan ê rojnamevaniyê, ne li gorî azadiya çapemeniyê û piraliya fikirî ye. Ev lêpirsîn, nîşan dide ku kêşeyên cidî di warê sansûr û astengkirina qada xebatên çapemeniyê de hene.

    "ÇAPEMENIYA BIYANÎ Û YA NETEWEYÎ LI RÛSYAYÊ XWEDAN HEMAN MAFAN IN"

    Derdevkê Kremlinê diyar kir ku xebat û karê peyamnêrên biyanî li Rûsyayê bi qanûnan hatiye duristkirin û wiha pê de çû: "Ti sansûr nayê sepandin. Şopandina naverokê nayê kirin. Herwiha jî mafên çapemeniya biyanî wek yên çapemeniya neteweyî ne. Lewra jî ev geşedanên li derveyî welatî çêdibin, me nîgeran dikin."

    Bi heman mijarî:

    Çavkaniyeke taybet ji Spûtnîkê re ragihand: 120 milîtanan çek danî
    Ji berpirsa Spûtnîkê bersiva ‘demokrasiyê’
    Nûnerê DYAyê ji Spûtnîkê re got: Em amade ne bi Rûsyayê re bixebitin
    Sîmonyan: Favorîbûna RT û Spûtnîkê li Qesra Spî roja min xweş kir
    Navenda partî ya Macron akreditasyon neda RT û Spûtnîkê
    Sîmonyan: Medya Fransî her roj li ser RT û Spûtnîkê derewan dike
    Jina Mûsilî ji Spûtnîkê re behsa hovîtiya DAIŞê dike
    Etîketan:
    Dmitriy Peskov
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de