17:45 23 Îlon 2017
Zindî
    Vladimîr Kojîn

    Şêwirmendê Pûtîn: Bi Tirkiyeyê re kontrata S-400î hat îmzekirin

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2301

    Şêwirmendê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ê berpirsê hevkariya teknîka leşkerî Vladimîr Kojîn di axaftina xwe de ragihand ku bi Tirkiyeyê re kontrata S-400î hat îmzekirin.

    Şêwirmendê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ê berpirsê hevkariya teknîka leşkerî Vladimîr Kojîn di axaftina xwe ya çapemeniya rûsî de got: " Bi Tirkiyeyê re ji bo sewkiyata pergala parastina moşekên S-400î kontrat hat îmzekirin û dê kontrat têkeve meriyete."

    Vladimîr Kojîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Kontrata S-400î bi Tirkiyeyê re hat îmzekirin û ji bo têkeve meriyete niha tê amadekirin. Em dizanin pergala parastina moşekên S-400î yek ji pergala herî zahmet e. Lewma gelek noqteyên girîng hene."

    ‘EM BERTEKÊN WELATÊN ROJAVAYÎ KU GUVAŞÊ LI TIRKIYEYÊ DIKIN DIZANIN'

    Kojîn di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ez dikarim garantiye bidim ku biryarên di kontratê de hatine wergirtin li gorî berjewendiyên me yên stratejîk in. Lewma em bertekên welatên rojavayî ku ji bo pergala S-400î guvaşê li Tirkiyeyê dikin dizanin."

    Bi heman mijarî:

    'Em jê bifikar in ku sîstemên S-400 û yên NATOyê lihev nekin'
    Yildirim: Ji bo S-400 me li hev kir, biryara dawî wê Komîteya Pîşesazî ya Parastinê bide
    ‘Divê NATO bi rêkeftina S-400 a Rûsya-Tirkiyê kêfxweş bibe’
    RBK: Rûsya dixwaze heba moşekên S-400, bi 500 milyon dolaran bide Tirkiye
    Wezîrê Tirkiyeyê İşik: Xebatên me yên bi Rûsya re yên derbarê S-400 de gihişt bidawîbûnê
    Amerîka bi şandina S-400 û Su-35ên Rûsî bo Çînê ket metirsiyê
    Etîketan:
    Pergala parastina moşekên S-400î, Şêwirmendê Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Kojîn, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de