21:16 20 Îlon 2017
Zindî
    Wesayîta Termînator 2

    Terlikov: Termînator li Sûriyê şerê DAIŞê kir

    © Sputnik/ Grigoriy Sisoyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 64 0 0

    Gerînendeyê Giştî yê kompaniya hilberîna çekan a Rûsî Uralvagonzad (UVZ) Andrey Terlikov, diyar kir ku navgîna piştevaniya tankan Termînator (BMPT) di şerê Sûriyê yê dijî DAIŞê de hatiye ceribandin û di operasyonan de cî girtiye.

    Terlikov di Festîvala Uraltankê de da xuyakirin, "BMPT di şertên şerê Sûriyê de hat ceribandin û di operasyonê dijî DAIŞê de cî girt. Hin encam hatin wergirtin û ev zanyariyên sudmend in bo Wezareta Bergiriyê."

    Rayedarê Wezareta Berevaniya Rûsyayê Aleksandr Yevçenko jî ragihandibû ku welatên Îsraîl û Sûriyê dixwazin navgînên piştevaniya tankan ên cureyên termînator ji Rûsyayê bikirin.

    ​Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Rogozin jî gotibû, potansîyela îxrackirina wan cureyên navgînên piştevaniya tankan gelekî zêde ye ku navgîna termînator cara yekem li Hezîrana borî li baregeha Rûsî ya li Sûriyê Hmeymimê hatibû dîtin.

    Di wesayîtên zirxî yên Termînator de, 2 topên 30 otomatîk ên milîmetrî yên 2A42, 2 mekanîzmeyên pekandina moşekên Ataka-T yên taksiwar, 2 bombeavêjên AG-17D ên otomatîk û tivingeke 7.62 milîmterî ya maşîneyî hene.

     

    Bi heman mijarî:

    Du pirtûkên Serokwezîrê Emîrîtiyên Erebî bi kurdî derketin
    Pûtîn û Merkel nenaskirina biryara NYê ji aliyê Pyongyangê ve şermezar kirin
    Barzanî û nûnerê NYyê civîyan: Referandûm mafekî yasayî û asayî ye, nayê paşxistin
    DBP: Kurd dewleteke netewî ya bêstatu qebûl nakin
    "Navçeya Mendeliyê biryara beşdarbûna di referandûmê de betal kir"
    Dîmen û wêneyên Şahbanûya Amerîkayê ya 2018an
    Game of Thrones li wan deran tê kişandin
    Etîketan:
    Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de