23:49 13 Kanûn 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    'Moskow û Parîs ditirsin ku terorîst ji Sûriyê birevin welatên Ewropî û Rûsyayê'

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, Moskow û Parîs metirsdarin ku terorîst ji Sûriyê birevin Ewropa û Rûsyayê.

    Lavrov piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian a li Moskowê di civîna hevpar a rojnamevanî de axivî û got, "Em xem û fikarên partnerên xwe yê Fransî yên hewildanên reva terorîstan ji Sûriyê ber bi Ewropa, Asya Navîn û Rûsyayê ve parve dikin. Ger terorîst di revê de bi ser bikevin, dê li van herêman bibin sedema gefên nû."

    Wezîrê Fransî Le Drian jî got, pêwîst e ji bo destpêkirina pêvajoya veguhêz a Sûriyê, şertê yekemîn ne çûyîna Serokê Rûsyayê Beşar Esed be û wiha axivî: "Berî niha jî hatibû gotin ku ji bo destpêkirina serdema veguhêz şertê sereke ne çûyîna Esad e. Li Fransayê nêrîna ku armanca sereke ya serdema veguhêz ne Esad e, derdikeve pêş."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Di derbarê Sezgin Tanrikulu ji ber gotinên wî lêpirsîn hat vekirin
    Dadgeha Amerîkî ji bo wezîrê berê yê Tirk biryara girtinê da
    Rûsya: Biçekbûna li nîvgirava Koreyê îstîqrarê nayne
    Referandûma serxwebûnê rewşa tîma Barcelonayê xist xeterê
    YNKê 7 xal pêşkeşî Goran û Komela Îslamî kirin
    Li Colemêrgê dîsa qedexe hat ragihandin
    Etîketan:
    Sûriye, Fransa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de