15:07 25 Hezîran 2018
Mariya Zaxarova

Rûsya: Biçekbûna li nîvgirava Koreyê îstîqrarê nayne

© Sputnik / Sergey Pyatakov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku avakirina pergala Parastina Hewayî ya Bilind a Herêmî (THAAD) ya Amerîkayê li Koreya Başûr, îstîqrara nîvgirava Koreyê pêk naynê, berevajî pirsgirekan zêdetir dike.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîna çapameniyê ya heftane de axivî û diyar kir ku, "Ev hemle, îstîqrara stratejiya li herêmê xirab dike. Lewre ew pergal sikûnetê nayne herêmê, beravajî pirsgirekan zêdetir dike."

‘ZÊDEKIRINA ÇEKAN GELEK XETERE E'

Divê navberî de Zaxarova eşkere kir ku biçekkirina nîvgirava Koreyê ji aliyê Moskowê jî gelek xeter tê dîtin.

Zaharova bibîrxist ku ceribandina moşeka hîdrojenê ya di 3ê Îlonê de ya Koreya Bakur rageşiya li herêmê zêdetir kir û got: "Em zêdekirina çekan li herêmê gelek xeter dibinin. Dawiya biçekkirina li herêmê vedigere şer."

Bi heman mijarî:

Rûsya di derbarê firotona petrolê bo Koreya Bakur de daxuyanî da
Pûtîn: Divê Koreya Bakur neyê dorpêçkirin
Abe: Japonya û Rûsya dikarin polîtîkaya Koreya Bakur biguherînin
Pûşkov: Gefa Amerîkayê ya ser hevkarên Koreya Bakur badilhewa ye
Pûtîn: Di mijara Koreya Bakur de hûn me hem sûcdar dikin û hem jî hêviya alîkariyê dikin
Etîketan:
xetere, biçekbûn, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de