04:10 28 Gulan 2018
Jetên Rûsî

Wezareta Parastin a Rûsyayê: ‘Wezîrê Şer' ê DAIŞê hat kuştin

© Foto : RT
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ‘Wezîrê Şer' ê Rêxistina terorîst a DAIŞê Gulmurad Halîmov di êrişa jêtên rûsî de hat kuştin.

Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ‘Wezîrê Şer' ê Rêxistina terorîst a DAIŞê Gulmurad Halîmov di êrişa balafirên Hêza Hewayî ya Rûsyayê de li Sûriyeyê li nêzî bajarê Dêra Zorê hat kuştin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, ‘Wezîrê Şer ‘ ê rêxistina terorîst a DAIŞê Gulmurad Halîmov dema li nêzî Dêra Zorê li navenda biryardayîna rêxistinê di civînê de bû rastî êrişa balafirên Hêza Hewayî ya Rûsyayê hat û di encama êrişê de hat kuştin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êrişa Dêra Zorê ya li hemberî navenda biryardayîna rêxistinê de 4 jê fermandar jî di nav de 40 milîtanên terorîst hatin kuştin.

Di nava van 40 milîtanên kuştî de ji xeyrî ‘Wezîrê Şer' ê rêxistina terorîst Gulmurad Halîmov, ‘Şerîfê Dêra Zorê' ku wekî berpirsê karên aborî û tayînkirina milîtanan bo kampên perwerdehiyê dihat naskirin Ebû Muhammed El Şîmalî jî hebû.

 

 

Bi heman mijarî:

Amerîkayê zêdetirî 20 fermandarên DAIŞê ji Dêra Zorê tehliye kir
Leşkerên Sûriyeyê li Dêra Zorê bermahiyên DAIŞê baqij dikin
DAIŞê li Xurmatûyê bi 3 aliyan ve êrişî hêzên Pêşmerge kir: Kuştî hene
Brett McGurk di derbarê kerwana DAIŞê ku berbi Iraqê ve diçe de axivî
Şerê di navbera DAIŞê û Artêşa Sûriyeyê dijwartir bû
Generalê rûsî: Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê derbeyên giran li DAIŞê da
Etîketan:
Operasyona Dêra Zorê, DAIŞ, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Gulmurad Halîmov, Rûsya, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de