21:57 22 Sibat 2018
Zindî
    Rûsya - DYA - San Francisco

    Rûsyayê li ser girtina nûnertiyên li Amerîkayê daxuyanî da: Dagirkerî ye!

    © REUTERS/ Stephen Lam
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser daxwaziya Amerîkayê ya valakirina konsulxaneya San Francisco û nûnertiyên li Washington û New Yorkê daxuyanî da.

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê valakirina nûnertiyên dîplomatîk ên li Amerîkayê wekî ‘çalakiyeke neyartî û dagirkerî' nirxand.

    Wezaretê got, "Em bûyerê wekî binpêkirineke tirsnak ya hiqûqa navdewletî ya li dijî Peymana Vîyena ya pêwendiyên dîplomatîk dibînin."

    Wezareta Rûsyayê bal kişand ser ku "Avahiyên dîplomatîk ên Rûsî niha ji aliyê polîsên çekdar û ajanên FBIyê ve hatine dagirkirin" û got, "Am bangewaziyê li rayedarên Amerîkî dikin ku fikrê xwe biguherînin û demildest nûnertiyên Rûsyayê radest bikin. Wisa nekin, dê ji xerabûna têkiliyên Rûsya-Amerîkayê ew berpirs bin."

    Piştî ku rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaz kir, konsûlxaneya Rûsyayê ya li San Francisco, nûnertiyên li Washington û New Yorkê werin girtin, Rûsyayê jî biryar dabû, hejmara dîplomatên Amerîkî yên li Rûsyayê 755 kesan kêm bike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê 3 nûnertiyên dîplomatîk ên Rûsyayê hatin valakirin
    Komîsyona referandûma Kurdistanê heta 4ê Îlonê mohlet da
    Şanda referandûmê dest bi gera derve dike
    Fermandarê YPGê: Emê bersiva Tirkiyê bidin
    Li Îranê 5 Kurd hatin girtin: Çarenivîsa wan nediyar e!
    Sedema erdhejê diyar bû: Bombeya hidrojenê hat ceribandin
    Li Koreya Bakur bi destê însanan erdhejeke dijwar çêbû!
    Li Bexdayê êrişa xwekujî: 7 mirî 8 jî birîndar
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de