09:35 12 Kanûn 2017
Zindî
    balafirên rûsî

    Balafirên rûsî kerwana DAIŞê bombebaran kir

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên hewayî yên rûsîdi operasyona li nêzî bajarê Dêra Zorê ya Sûriyeyê de bi dehan cebilxane û wesayîtên aydî rêxistina terorîst a DAIŞê îmxa kirin.

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di derbarê mijarê de daxuyanî da û tê de diyar kir ku, balafirên rûsî di du rojên dawî de ku piştgirya ji hewan ve didin artêşa Sûriyeyê ku ji bejahiyê ve pêşve diçin, du tank, 6 topên hewanê, moşekavêjek ku bi destan hatiye çêkirin, 3 depoyên cebilxaneyê, navendeke fermangehê û 20 kamyonên ku çek û cebilxane barkiribûn îmha kirine.

    ​Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku dorpêça milîtanên DAIŞê ya li nêzî bajaroka Akerbatê ya Hamayê ya Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya balafirên rûsî dewam dike û militan jî ji bo pêşveçûna hêzên hikûmetê wesayîtên zirxî û cebilxaneyên xwe dibin Dêra Zorê.

    Wezaretê destnîşan kir ku kerwana DAIŞê ku ji 12 kamyonan pêk dihat li ser rêya di navbera Dêra Zorê û Rasafayê îmxa kirine. Li gorî daxuyaniyê di kamyonan de çek, cebilxane, moşekên balafirşkênê hebûne.

    Bi heman mijarî:

    Hêzên Koalîsyonê: Me kerwana DAIŞê ku ji 600 kesan pêk tê dorpêç kirine
    Şerê di navbera YPGê û DAIŞê de dijwartir bû
    Ebadî: Telafer bi temamî ji DAIŞê hat rizgarkirin
    ‘Em çevdêriya veguhestina milîtanên DAIŞê dikin'
    Etîketan:
    DAIŞ, kerwan, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de