01:06 24 Gulan 2018
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Em ê bersiva notaya Amerîka ya konsolosê bidin

    © Foto : Wezareta Parastin a Rûsyayê
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di axaftina xwe ya ji bo daxwaza Washîngtonê ya girtina konsolosê ragihand ku wê Moskow bersiva notaya Amerîkayê bide.

    Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn
    © Sputnik / Grigory Sisoev
    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Zanîngeha Dîplomasiya Dewletê ya Moskowê di axaftina xwe ya ji bo daxwaza Washîngtonê ya girtina konsolosê de got: "Nota duhî bi şev gihîştê destê me, piştî analîzê em ê bersivê bidin."

    Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev gava dawî ji aliyê hinek kesên ku dixwazin rê li ber girtina daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên berî hilbijartinê dabûn bigrin ve hatiye kirin."

    ‘JI TANGOYÊ RE DU KES PÊWIST IN, LÊ AMERÎKA REQSA BREAK DIKE'

    Lavrov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em ne li pey şerê Amerîkayê ne. Tim em bi dostanî nêzî gelê Amerîkayê bûn. Em dixwazin atmosfera siyasî normalîze bibe. Wekî tê zanîn Tango bi du kesan tê lîstin, lê Amerîka bi tena serê xwe reqsa Break dike."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov bersiv da Netanyahu Îran bo êrişê Îsraîlê bike amadehî dike
    Lavrov: Divê Pyongyang hemû biryarên KENYê bicih bîne
    Lavrov: Em hêvî dikin ku peymana Îdlîbê li ser bingeha hiqûqî were çêkirin
    Lavrov: Em hêvîdarin Îran ji peymana nukleerî venekişe
    Lavrov û Wang Yi rewşa nîvgirava Koreyê axivîn
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de