04:28 24 Îlon 2017
Zindî
    El Nûsra - Fetîh El Şam / Sûriye

    25 hezar milîtanên li Sûriyê di bin sîwana Hayat Tahrîr el Şam de bûn yek

    © AFP 2017/ KARAM AL-MASRI
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 114 0 0

    Rayedarê Sererkaniya Artêşa Rûsyayê Mîralay Igor Korobov da xuyakirin ku li Sûriyê 25 hezar milîtan di bin sîwana rêxistina Hayat Tahrîr el Şamê de bûne yek.

    Korobov li Komcivîna Teknîka Leşkerî ya Navnetewî Armiya-2017an ku li bajarê Kubînka yê herêma Moskowê tê lidarxistin li ser rewşa Sûriyê daxuyanî dan.

    'BÊHTIRÎ 70 KOMÊN NEYASÎ BÛNE YEK'

    Koborov li ser tevlîbûna milîtanan bo rêxistina Hayat Tahrîr el Şamê wiha axivî: "Bêhtirî 70 grubên neyasayî bûne yek. Pêkhateyên ku berî niha xwe nermrê nîşan didin jî beşdarî bizava nû bûn. Hejmara milîtanên Hayat Tahrîr el Şamê derket bi ser 25 hezaran."

    'FETÎH EL ŞAM XWE JI NÛ VE SAZ DIKE'

    Fermandarê Rûsî bal kişand ser ku dê armanca wan a sereke lêdana serokên rêxistinên cîhadîst be û da zanîn, Fetîh el Şam a bi navê xwe yê berê Cephet el Nûsra ji nû ve xwe saz dike.

    Korobov diyar kir, rêxistina navborî li Heleb, Şam, Idlib û Hemayê li dijî artêşa Sûriyê û muxalîfên nermrê şer dike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Sedî 35ê bajêr ji DAIŞê hat rizgarkirin û şer dijwartir bû'
    Leşkerên rûsî li Sûrîyeyê ragihandina nû ya nepenî ceribandin
    ‘Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq ji bo paşxistina referandûmê dixebitin'
    Baydemir bersiv da Bahçeli: Ne hedê te ye tu gef li kurdan bixwî
    ‘Dewlet çawa dest datîne ser tiştên welatiyên xwe, ev çawa edalete?'
    Yildirim bertek nîşanî wezîrê alman da: Eletewş axiviye
    Etîketan:
    Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de