11:33 24 Îlon 2017
Zindî
    El Nusra - (El Qadîe)

    Rûsya: El Nusra dixwaze tevahiya Îdlîbê kontrol bike

    © REUTERS/ Khalil Ashawi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Mîralay Îgor Korobovê ji Serokê Serfermandariya Rûsyayê ragihand ku nêzî 9 hezar milîtanên Feth el Şamê (Navê berê El Nusra) ji bo avakirina herêmên kêmkirina rageşiyan asteng bikin, dixwazin tevahiya Îdlîbê kontrol bikin.

    Korobov di foruma leşkerî ya navneteweyî Army-2017an ku li baregeha Kûbînka ya li herêma Moskowê hat lidarxistin de axivî û ragihand ku, "Hejmara milîtanên El Nusrayê yên li bakurê rojavayê Îdlîbê 9 hezar in. Niha jî rêxistin ji bo tememiya Îdlîbê kontrol bike, operasyonê xwe yên li dihî muxalîfên nerm zêdetir dike."

    ‘MUXALÎFÊN KU TIRSIYAN BEŞDARÎ NUSRAYÊ BÛN'

    Korobov diyar kir ku Fetih Elşam bûye sedem ku Ehrar Elşam gelek wendahiyan bide û ketiye pozisyoneke serdesttir. Muxalîfên radîkal jî ji ber vê yeke tirsiyan û beşdarî El Nusrayê bûn."

    Korobov got: Divê qonaxê de serokên El Nusrayê dixwazin herêma kêmkirina rageşiyan asteng bikin û pêvajoya çareseriyê krîzê jî xirab bikin."

    Korobov eşkere kir ku El Nusra li Sûriyeyê rêxistina herî zexm e û piraniya wan sûrî 15 hezar milîtanên rêxistinê hene.

    Bi heman mijarî:

    El Nusra hewldide kontrola deriyê sînor ên li ser sînorê Tirkiyeyê bi dest bixin
    Şerê di navbera El Nusra û Ehrar el Şamê dewam dike, milîtan ji Tirkiyeyê çûn Îdlîbê
    Zaxarova: DAIŞ û El-Nusra hewl didin agirbestê xera bikin
    Muxalîfên Sûriyeyê: El Nusra û DAIŞ di agirbestê de tine nin
    El Nusra: Amerîka li aliyê me ye
    Etîketan:
    milîtan, Îgor Korobov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de