08:09 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Moşeka Îskender-M

    Rûsyayê hişyarîya bicihkirina moşekên ‘Îskender’ da Amerîkayê

    © REUTERS/ Sergei Karpukhin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Senatorê Rûsî Igor Mozorov li ser zêdekirina hebûna leşkerî ya Dewletên Yekbûyî Amerîkayê (DYA) li Ûkraynayê diyar kir ku ew dê bergiriyan bistînin û sînor bihêztir bikin.

    Mozorov ji Spûtnîkê re got ku di vê çarçoveyê de dibe ku bicihkirina ‘Moşekên Îskender' jî were rojevê.

    Senatorê Rûsî bersiv da, daxuyaniyên Wezîrê Berevaniya DYAyê James Mattis ku di hevdîtina digel Serokdewletê Ukraynayê Pyotr Poroşenko de gotibû, ‘Ew plan dikin çekên mirdar sewqî Ukraynayê bikin' nirxandin.

    'EMÊ SÎNOR BIHÊZTIR BIKIN'

    Endamê Baskê jorîn ê Komîteya Konseya Federasyona Parlametoya Rûsyayê Igor Morozov, got: "Daxuyanî nîşan didin ku dê DYA hebûna xwe ya leşkerî li Ukraynayê zêde bike. Ji ber ku dê ev geşedan nêzîkî sînorê Rûsyayê pêk were, em ê jî bergiriyan bistînin û sînor bihêztir bikin."

    'DYA ÇARESERIYÊ NAXWAZE'

    Mozorov herwiha destnîşan kir, çawa ku wan bersiva bicihkirina sîstema parastina moşekan a Amerîkayê bo Romanyayê daye, niha jî dibe ku bi bicihkirina moşekên Îskender bersiva hemleya Washingtonê ya bo Ukraynayê bidin.

    Senatorê Rûsî got ku ji planên Amerîkayê diyar dibe ku ew li Ukraynayê çareseriyekê naxwazin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye: Keşeyê ku Trump radestkirina wî xwestibû dîsa hat girtin
    Barzanî: Gelê Kurdistanê biryar daye ku ber serxwebûnê gavan bavêje
    Ji Zanayên Kurdistanê bo Muftiyê Iraqê: Dema qutê Kurdan hat birîn hûn li ku bûn?
    Çermespiyek ji ber kuştina çermereşan bi derziya jehrîn tê îdamkirin
    Mesrefê makyaja Macronî di nav 3 mehan de 26 hezar euro ye
    Neteweyên Yekbûyî banga rawestandina operasyona Reqayê kir
    Etîketan:
    Ukrayna, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de