08:41 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Wezareta Karên Derve yên Rûsyayê

    Balyozê Rûsyayê li mala xwe mirî hate dîtin

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 53 0 0

    Hat ragihandin ku Balyozê Rûsyayê yê li Sudanê Mirgayas Şirinskiy li mala xwe ya li Hartumê mirî hate dîtin.

    Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragiahdn ku Balyozê Rûsyayê yê li Sudanê Mirgayas Şirinskiy li mala xwe ya li Hartumê mirî hate dîtin.

    Li gorî daxuyaniya wezaretê, sedema mirina dîplomatê rûsî yê 62 salî hê nehatiye zanîn û ji sala 2013an ve li Sudanê wezîfeya balyoziyê dimeşîne. Dîplomatê rûsî berî Sudanê li Misir, Yemen, Erebîstana Siûdî û li Ruandayê wezîfe kir.

    Wezareta Derve ya Sudanê jî mirina balyoz serast kir. Berdevkê wezaretê Garibullah el Hadar di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku Balyozê Rûsya yê li Hartumê Mirgayas Şirinskiy li mala xwe canê xwe ji dest da.

    El Hadar ji bo mirina balyoz sersaxî ji gelê rûs, hikûmet û ji malbata wî re xwest û ragihand ku Şirinskiy ji bo pêşxistina têkiliyên her du welatan kedeke mezin da.

    Bi heman mijarî:

    Balyozê rûsî di derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de daxuyanî da
    Balyozê rûsî Yerhov îro nameya pêbaweriyê pêşkêşî Erdogan dike
    Balyozê rûsî: Di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de wê hevdîtinên vîzeyê dest pê bikin
    Zaxarova di derbarê lêpirsîna kuştina Balyozê rûsî de axivî
    Wezareta Derve ya rûsî bangî Balyozê Îsraîlê yê li Moskowê kir
    Etîketan:
    Balyozê Rûsyayê yê li Sudanê, Mirgayas M. Shirinskiy, Sudan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de