17:56 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Ala Rûsya û Amerîkayê

    Rûsya: Em ê bersiva Amerîkayê bidin

    © AP Photo/ Ivan Sekretarev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Piştî ku Wezareta Xezîne ya Amerîkayê bi îdîaya ku têkiliya wan bi Koreya Bakur re heye mueyîde danî ser şirketek û 4 welatiyên rûsî, Moskowê jî ragihand ku ew amadehiya bersivdanê dikin.

    Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de îfadeyên Cîgirê Wezîrê Derve yê rûsî Sergey Ryabkov wiha dan: "Her dem me xwest di krîzan de em bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bikin. Lê di salên dawî de Washîngton zimanê mueyîdeyan li hemberî me bi kar tîne, divê bizanibe ku ev nayê qebûlkirin."

    ‘EM HÊVIYÊN XWE WINDA NAKIN'

    Ryabkov di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Hevkarên me yên amerîkî bi van biryarên mueyîdeyî mijaran tevlî hev dikin, her çi qas ev bê wate be jî dîsa em hêviyên xwe winda nakin. Li hemberî vê em jî dest bi xebatên bersivdayîna mueyîdeyan dikin."

    Amerîka, bi îdîaya ku şirketeke rûsî û 16ên çînî piştgiriya bernameya moşekên nukleer û balîstîk ên Koreya Bakur dikin li hemberî wan biryara mueyîdeyan dabû.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka ji ber çalakiyên Koreya Bakur mueyîde danî ser Rûsya û Çînê
    Rûsya ji bo dîyaloga Amerîka û Koreya Bakur bênavber dixebite
    ‘Rûsya û Amerîka kurdan piştguh nakin'
    Rojnameya Haaretzê: Rûsya Amerîka û Îsraîl bo Sûriyeyê hevdîtinên nepen pêk anîn
    Rûsya: Amerîka wek zarokeke nehisî û şûmî xwe li erdê dide
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya Rûsyayê, Sergey Ryabkov, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de