17:51 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Mi-28UB - Helîkopterên Nêçîrvanên Şevê

    Parê yekem ê helîkopterên Nêçîrvanên Şevê Mi-28UB hat hilberandin

    © Sputnik/ Sergey Pivovarov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Kompaniya Helîkopteran a Dewleta Rûsyayê ragihand ku hilberîna parê yekem ê Nêçîrvanên Şevê 28UB temam bûye.

    CEOyê Helîkopterên Rûsyayê Andrey Boginskiy diyar kir ku parê yekem ê helîkopterên ku ji bo Wezareta Berevaniya Rûsyayê hatine hilberandin, li kargehên Rostvertol a girêdayî wezaretê hatine çêkirin.

    Hat ragihandin ku hilberandina van helîkopterên Mİ-28UB ji bo Wezareta Berevaniyê geşedaneke girîng e û dê li demeke nêzîk sewqîyata ‘Nêçîrvanên Şevê' destpê bike.

    MI-28UB DI FIRÎNÊ DE QONAXEKE NÛ DIDIN DESTPÊKIRIN

    Boginskiy da zanîn ku helîkopterên nû xwedî kontroleke bi cotî ne û dê di perwerdehiya firînê de qonaxeke nû bidin destpêkirin.

    Di kokpîta Mi-28UBan de, hem cihê fermanê hem jî pîlotaja helîkopteran heye ku 2 sîstemên kontrolên pêşkeş dike.

    Herwiha sîstemên pêşketî yên ragihandinê û aviyonîk ên Mi-28UBê ewlekariya helîkopterê, ewlehî û performansê zêdetir dike.

    8 NÊÇÎRVANÊN ŞEVÊ DI 2017AN DE TÊNE RADESTKIRIN

    Dê Mi-28UB ji bo operasyonên hêzên bejahî û piştgiriya tanksiwaran werin bikaranîn. Li aliyekî din jî dê ev helîkopter ji bo perwerdehiya firînê werin bikaranîn ku tê pêşbînîkirin 8 Nêçîrvanên Şevê di sala 2017an de werin radestkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de pireke nû ava dibe
    ‘Piştî nîqaşa min û Erdogan hinekan jina min tehdît kir'
    Bi navgîneke hewayî xelat bi bûkê ve kirin
    Li navçeya Geverê teqîn
    Şirketa çekan a Rûsyayê: ‘Bi Tirkiyê re peymana S-400an neket pratîkê’
    Dadwerê ku tayîna wî derketibû Amedê bi mirîtî hat dîtin
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de