23:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Donald Trump, Kim Jong-un

    Rûsya ji bo dîyaloga Amerîka û Koreya Bakur bênavber dixebite

    © AP Photo/ Ahn Young-joon
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Hat ragihandin ku Rûsya hewldanên xwe yên bo destpêkirina gotûbêjên rasterast ên navbera Amerîka û Koreya Bakur berdewam dike.

    Çavkaniyên dîplomatîk ên Rûsî ji rojnameya İzvestiya re dane xuyakirin ku Koreya Bakur ji bo çareserkirina rageşiya bi Amerîkayê re, dixwaze rêya gotûbêjan were vekirin.

    Lê belê Amerîka jî bi hinceta ku li Koreya Bakur demokrasî û mafê mirovan tune ye, red dike ku bi rêveberiya Pyongyang re dest bi danûstandinê bike.

    Herwiha çavkaniyên Amerîkî yên ji İzvestiya re axivî ne jî dibêjin, ger Koreya Bakur dawiyê li bernameya çekên nukleerî werîne, wê demê dibe ku danûstandinên rasterast destpê bikin.

    'HÊVIYA DESTPÊKIRINA MUZAKEREYAN KÊM E'

    Li gor nûçeyê Pyongyang jî bêyî ti avêtina gavan dixwaze gotûbêj destpê bikin.

    Herwiha dîplomatên Rûsî hewildanên bo daniştina ser maseyê ji bo destpêkirina gotûbêjên navbera aliya bênavber berdewam dikin. Lê li gor heman çavkaniyan ji ber îhtimala ku Amerîka bijardeya leşkerî dide pêşiya xwe, hêviya destpêkirina muzakereyan kêm e.

    'HER DU WELAT DÛRÎ HEV IN'

    Dîplomatekî Rûs dibêje, "Wek welatên 5+1 (Endamên daîmî yên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî û Almanya) Rûsya jî ev demeke dirêj e hewil dide Amerîka û Koreya Bakur werîne ser maseya muzakereyan. Pyongyang ji bo gotûbêjên rasterast bi israr e. Her du welat têra xwe dûrî hev in. Yek jê ceribandinên xwe yên nukleerî didomîne, yan din jî angaşta nebûna mafên mirovan û demokrasiyê dide pêş."

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Dibe sibê şer derkeve lê haya Artêşa Amerîkayê jê tine ye'
    Rûsya: Artêşa Sûriyeyê ji 3 milan ve ber bi Dêra Zorê ve diçin
    Barzanî: Me hemû rê bi Bexdayê re ceribandin
    Erebîstana Siûdî: Serxwebûn mafê rewa yê Kurdistanê ye
    Artêşa Tirkiyeyê çeperen YPGê topbaran dike
    Erdogan: Dibe em bi Îranê re operasyoneka hevpar li dijî PKKê pêk bînin
    Etîketan:
    Koreya Bakur, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de