13:34 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Dêra Zorê

    Rûsya li Dêra Zorê konvoya DAIŞê bombebaran kir: 200 kuştî

    © REUTERS/ Khalil Ashawi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 6430

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku balafirên şer ên Hêza Hewayî yên Rûsyayê li Dêra Zorê konvoya terorîstên DAIŞî bombebaran kir.

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku balafirên şer ên Hêza Hewayî yên Rûsyayê li Dêra Zorê konvoya terorîstên DAIŞî bombebaran kir, di êrişê de 20 wesayîtên rêxistinê ku tank û navgînên zirxî jî di nav de bûn hatin rûxandin û herî kêm 200 milîtan hatin kuştin.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku rêxistina terorîst li baregeha xwe ya li Sûriyeyê dixwest dîsa kom bibe. Konvoya rêxistinê dema li herêmê ber bi Dêra Zorê ve hereket kir, rastî êrişa balafirên şer ên Hêza Hewayî ya Rûsyayê hat.

    ​Li gorî daxuyaniyê, di konvoya DAIŞê de ji xeyrî wesayîtên veguhestinê tank û navgînên zirxî jî din av de zêdetirî 20 wesayît hatin rûxandin û dora 200 milîtanî jî hatine kuştin.

    Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu jî di axaftina xwe ya derbarê êrişê de got: "Têkçûna DAIŞê li Dêra Zorê ji bo têkçûna li temamê Sûriyeyê gelekî girîng e."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Bajaroka Sûhnayê bi temamî hat rizgarkirin û rêya êrişên li ser Dêra Zorê vekir
    DAIŞê li Dêra Zorê sivîlan bi zorê dibe şer
    Balafirên koalîsyonê li Dêra Zorê xistin: 18 sivîl hatin kuştin
    DAIŞê êrişî Dêra Zorê kir: 15 sivîl mirin
    Milîsên sûryanî bo beşdarî operasyona li dijî DAIŞê bibin çûn Dêra Zorê
    Etîketan:
    Operasyona hewayî, DAIŞ, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Sergey Şoygu, Rûsya, Sûriye, Dêra Zorê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de