16:22 22 Îlon 2017
Zindî
    Polîsê Rûsî

    Li St. Petersburgê otomobîlê li sivîlan xist: 1 mirî, 4 birîndar

    © Sputnik/ Roman Antonov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Li bajarê St. Petersburg ê Rûsyayê wesayîtek li mirovên di rê de dimeşiyan qelibî. Di encamê de jinekê jiyana xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bûn.

    Li gor daxuyaniya polîsê, derengiya şevê li St. Petersburgê otomobîleke Volkswagen li kuçeya Promişlennaya ji ber sedemeke nediyar, li sivîlên di rê de dimeşiyan qelibî ye.

    Rayedarên polîsan ragihandin ku îhtîmal heye ajokar kontrola xwe ji dest dabe û bi vî awayî qezayê rû dabe.

    Rayedarên polîsan herwiha ragihandin ku jinekê di qezayê de can daye, 3 ji wan bi giranî 4 kes jî birîndar bûne.

    Hat bîrxistin, piştî êrîşa bi wesayîtan a Cambrills a Barcelonayê ku li 17ê Tebaxê pêk hatibû, bûyera li St. Petersburgê jî hiştiye ku gumana êrîşeke terorî çêbibe.

     

    Bi heman mijarî:

    Sunnîyên Iraqê: Em ti carî li dijî daxwazên Kurdan dernakevin
    Li Donbassê nêzî 3 hezar sivîlan can da
    Barzanî: PKK ne terorîst e, piştgiriyê dide referandûmê
    Hêzên Pêşmerge 15 terorîstên ku ketibûn nav koçberan deşîfre kirin
    Wezîrê Tirk: Li Diyarbekirê qet rastî terorê nehatim
    Etîketan:
    St. Petersburg, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de